Parêzer Yilmaz: Binpêkirinên li girtîgehan didomin divê gel bihestiyar tevbigere 2023-08-11 09:45:19   AMED -  Parêzer Ercan Yilmaz diyar kir ku binpêkirinên li Girtîgehên Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind zêde dibin û wiha got: “Divê di raya giştî de hestiyariyek ava bibe. Divê zext li îktîdar û muxalefetê bê kirin ku di vê mijarê de gavan biavêjin.”    Di Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya 30’ê cotmeha 2014’an de biryara “Plana Têkbirinê” hate dayîn. Di çarçoveya planê de li Tirkiye û Kurdistanê operasyonên “qirkirina siyasî” hatin destpêkirin û ev operasyon 8 sal in bênavber didomin. Li gorî daneyan, ji dîroka behsa xeberê heta sala 2022’yan hejmara kesên ketin girtîgehê ji sedî 150 zêde bû. Bi zêdebûna hejmara girtiyan re hemwext her wiha tecrîd û binpêkirin jî zêde bûn.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Tirkiyeyê ya Sala 2022’yan” de diyar kir ku di sala 2015’an de li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 177 hezar û 262 kes girtî bûn û ev hejmar di sala 2022’yan de derket 336 hezar û 315 kesan. Bi zêdebûna hejmara girtiyan re l girtîgehan binpêkirinên weke xwegihandina mafê tenduristiyê, îşkence, miameleya xerab, xwarinên nebaş û hwd. jî zêde bûn. Di sala 2022’yan de 81 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 852 binpêkirinên weke îşkence, miameleya xerab, miameleya rûmeta mirovan binpê dike hatin tespîtkirin.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Ercan Yilmaz têkildarî binpêkirinên li girtîgehan û sepanên heyî bi ajansa me re axivî.    BINPÊKIRINÊN MAFÊ JIYANÊ    Yilmaz, da zanîn ku ÎHD’ê di sala 2022’yan de li girtîgehan zêdetirî 10 hezar binpêkirin tespît kiriye û ev agahî parve kir: “Mafên bingehîn ên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê  (PMME) û Destûra Bingehîn de cih digirin, li girtîgehan tên binpêkirin. Mafê jiyanê pir zêde tê binpêkirin. Di nava sala 2022’yan de 81 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Ji van girtiyan 35 jê girtiyên nexweş bûn. Anku nexweşiyên van kesan ji hêla Wezareta Dadê û lijneyên rêveberiya girtîgehê ve dihat zanîn û van kesan ji ber tedawiya kêm û mercên nebaş ên girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Bûyerên întîharê pir zêde bûne. Li gorî daxuyaniya girtîgehan, di sala 2022’yan de 19 girtiyan întîhar kirine. Erê weke întîharê hatiye ragihandin lê belê cenazeyên hinekan jê di dema otopsiyê de yan jî dema malbatan wan defin dikirin, hat dîtin ku li ser laşê wan şopên derbkirinê û tundiyê hene. Mixabin lêpirsînên têkildarî van bûyeran weke ku tê xwestin pêş nakevin û demek piştre biryara neşopandinê tê dayîn.”    BINPÊKIRINÊN LI BI EWLEKARIYA BILIND Û TÎPÊN S YÊ    Bi domdarî Yilmaz anî ziman ku binpêkirinên li Girtîgehên Tîpa S û Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind her ku diçe zêdetir dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Taybetiya herî mezin a van girtîgehan ew e ku girtî tên îzolekirin. Bûyerên întîharê zêde bûne û vê yekê eleqeya xwe bi vê mijara îzolekirinê heye. Mijareke van girtîgehan heye ku divê mirov bi taybet li ser bisekine, zêdebûna bûyerên întîharê ye. Gelemperiya van bûyeran di sala 2022’yan de û li girtîgehên bi tîpa S û yên bi ewlekariya bilind qewimîn. Li vir me bi girtiyan re hevdîtin kirin û dibêjin ku carnan heta 16 mehan bi tu kesan re naaxivin û tenê bi xebatkarên girtîgehê re û kesên ji bo danişînê tên edliyeyê re daixivin. Heta demekî pir dirêj bi tu mirovan re muxatab namînin. Ev yek hem dike ku binpêkirinên heyî neyên bihîstin hem jî li dijî psîkolojiya mirovan e.”    GIRTÎGEHÊN BINPÊKIRIN LÊ ZÊDE NE    Di berdewamê de Yilmaz destnîşan kir ku têkildarî îşkence û miameleya xerab par zêdetirî 300 girtiyan gilî kirine û wiha pê de çû: “Herî kêm 150 girtiyan da zanîn ku lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin. Li Kurdistanê gelemperî li Girtîgehên Xarpêt, Girtîgeha Tîpa F a Amedê, Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Amedê û Girtîgeha Tîpa L a Panosê tên jiyîn. Li Tirkiyeyê jî gelemperî ev binpêkirin li Girtîgeha Tekîrdagê û Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê tên kirin. Li Herêma Behra Reş jî gelek binpêkirin tên kirin. Lê ji ber ku ew der dûr e û malbat kêm caran diçin wê derê, serlêdanên girtiyan hinek dereng dimînin.”    ‘MERCÊN GIRTIYAN GIRAN DIBIN’   Parêzer Yilmaz daxuyand ku ev demekî dirêje li gorî rêgez û standartên gerdûnî nayê tevgerîn û ev tişt anî ziman: “Dema Tirkiye di rojên asayî de û dema ji bo Yekitiya Ewropayê gav diavêtin jî şert û mercên li girtîgehan baş nebûn. Ev şert û merc roj bi roj girantir bûn. Dema me di sala 2016’an de qala tecrîdê dikir, tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dihat bîra her kesî. Niha tecrîda herî giran li Girtîgeha Îmraliyê ye. Lê çêkirina girtîgehan û sererastkirinên nû yên ji bo şêweyê îdarî nîşan dide ku dê di rojên pêş de pirsgirêkên mezin derkevin. Girtîgehên Tirkiyeyê xwedî şert û mercên wisa ne ku kesek di demekî kin de tenduristiya xwe ya winda bike.”    ‘MUXALEFET DERNAKEVE DERVEYÎ SÎNORÊN ÎKTÎDARÊ’    Yilmaz, destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên heyî yên li Tirkiyeyê, hewcehî bi çanda mafên mirovan heye û axaftina xwe wiha qedand: “Yek ji mijara ku parastvanên mafên mirovan zehmetiyê dikişînin ev e; muxalefet jî sînorên îktîdarê derbas nake. Dema mijara behsa xeberê bû pirsgirêka kurd an jî daxwazên mafan ên muxalîfan, îktîdar û muxalefet ji hev pir zêde nafikirin. Ev jî dike ku pirsgirêk neyên çareserkirin. Lewma divê parastvanên mafan van mijaran bêhtir bikin rojev, serlêdanên fermî bêhtir bikin, di raya giştî de hestiyariyekê ava bikin û zextê li îktîdar û muxalefetê bikin ku bêhtir gavan biavêjin. Dema kesek tê mexdûrkirin divê bêyî ku li nasnameya wî binêrin, mafên wan biparêzin.”    MA / Welat Ekîn