Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin 2023-08-11 09:54:14   ŞIRNEX - Şaredariya Şirnexê ya AKP’î ji bo heqê rê ji sedî 100 zem kir.    Şaredariya Şirnexê ya di bin rêveberiya AKP’ê de piştî avê, niha jî ji bo heqê rê yê nava bajar zem kir. Endamên Meclisa Şaredariyê bi rojeva zemê civiyan. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di dengdayîna ji bo zêdekirina zemê de dengê redê dan. Biryara zemê bi dengê endamên AKP’î hate qebûlkirin.    Bi zemên dawî re êdî heqê rê yê nava bajar ji 6 lîreyan derket 10 lîreyan. Heqê rê yê xwendekaran jî ji 4 lîreyan derket 7 lîreyan. Di otobûsên gel ên taybet jî bilêta tam ji 7 lîreyan derket 12 lîreyan, bilêta xwendekaran jî ji 5 lîreyan derket 10 lîreyan.