Elewî hemwelatiya hevpar dixwazin 2023-08-11 11:00:46   DÊRSIM - Nûnerên rêxistinên Elewiyan destnîşankirin ku elewî di dused saliya komarê de daxwaza hemwelatiyê dikin û got ku divê hemû elewî xwe birêxistin bikin.    Elewiyên ku qetlîamên weke Dêrsim, Mereş û Sêwazê jiyane, ji bo ku careke din bi qetlîaman rû bi rû nemînin xwe birêxistin dikin. Elewiyên ku tenê di pêvajoyên hilbijartinan de tên bîra partiyên siyasî, li dijî avakirina projeya dewletê ya ‘afirandina elewiyên xwe’ daxwaza hemwelatiyê û naskirina cemxaneyan dikin.    Ji nûnerên saziyên elewiyan, Serokê Giştî yê Federasyona Elewî û Bektaşî (ABF) Mûstafa Aslan û Serokê Giştî yê Komeleyên Çandê yên Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Cûma Erçe di sedsala duyemîn de armanc û têkoşînên elewiyan nirxandin.    BAL KIŞAND SER KOMARA DEMOKRATÎK   Serokê Giştî yê ABF’ê Mûstafa Aslan destîşan kir ku elewî naxwazin di sedsala duyemînde kul, êş, qetlîam, qirkirin, sirgûn, tunehesibandin û cihêkariyê wekî sedsala ewil bijîn û wiha got: “Çareserî heye, ew jî demokratîkbûn û laîkbûna Tirkiyeyê ye. Di nava avabûna Komara Demokratîk de pêdivî bi têkoşîna hemû kesên tune hatine hesibandin, hemû bawerî, reng û têkoşîna hemû gelan a hevpar heye.”    HÊVIYEK JI DESTHILATÊ NEMA   Di berdewama axaftina xwe de Aslan diyar kir ku partiyên siyasî di demên hilbijartinê de elewiyan tînin bîra xwe û têkildarî bendewariyên xwe yên ji desthilatê dikin ev tişt anî ziman: "Divê her kes zanibe ku di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyeyê de biryara me dê li gorî wekhevî, adilbûn û demokrasiye were dayîn."   ‘ELEWÎ DÊ DI 16’Ê ÎLONÊ DE LI GUNDOGDUYÊ BIN’   Aslan, têkildarî têkoşînên xwe yên ji kolanan hinek dûr ketin rexnedayîn da û ji bo elewiyan ev bang kir: “Di 8’ê mijdarê de piştî salan, elewiyan barîkat li pey xwe hiştin û hatin pêşiya Meclisê. Saziyên elewiyan her tim kolan kirin armancên xwe yên sereke. Em ê di 16’ê îlonê de li dijî projeya ÇEDES’ê, li dijî perwerdeya ku ji hev cuda dikin, dê li Gundogdûyê bin. Ne tenê li Îzmîrê, em ê li Stenbol û Enqereyê jî dakevin kolanan. Em bang li rêxistinên elewiyan dikin ku li Tirkiyeyê rêxistineke navendî, têkoşîna yekpare ava bikin. Em bang li nûnerên ocax û dergahan jî dikin. Bav, pîr, mûrşîdên me tevî her zehmetî, zext û tunehesibandinê hatin vê rojê. Em ji bo daxwaz û berjewendiyên xwe yên takekesî ji vê rêyê re îxanetê nekin. Wer in bibin rêwiyên rêya xwe, xwedî li rêya xwe derkevin.”   'DIVÊ HEVRÛBÛN ÇÊBE'   Serokê PSAKD’ê yê Giştî Cûma Erçe jî destnîşan kir ku qetlîam, zext, zilm û asîmîlasyona ku elewiyan di dema selçûqiyan heya osmaniyan dijiyan îro bêhtir dijîn. Erçe, wiha domand: "Em li benda komareke demokratîktir û laîktir in. Tiştên em dixwazin ne tenê ji bo elewiyan, ji bo her kesekê dixwazin. Ji ber wê divê em bi qetlîamên di sedsala ewil re hevrûbûnekê pêk bînin. Heke em bi dîrokê re hevrûkirinekê pêk neyînin, em ê nêzîkatiyeke bitendurist nekevin sedsala duyemîn.”   ‘EM MECBÛRÊ RÊXISTINBÛNÊ NE’   Erçe, da zanîn ku hemû civak û baweriyên ku bi rêxistinî nebin mehkûmê belavbûnê ne û anî ziman ku hezaran mirovên ku li ser van axan zimanê xwe, çanda xwe, neteweya xwe winda kirine dijîn û wiha pê de çû: "Heke elewî bi rêxistinî tevnegerin dê nikarin xwe li ser pêyan bigirin. Ji bo ku em baweriya xwe ji nifşên pêşerojê re ragehînin divê em bi rêxistinî tevbigerin. Çareseriyeke cudatir nîn e.    ‘EM HEMWELATIYA WEKHEV DIXWAZIN’   Erçe bang li hemû komeleyên elewî û cemxaneyan kir ku xwe di bin banekê de rêxistin bikin û axaftina xwe wiha qedand: "Em dixwazin weke hemwelatiyên hevpar bijîn. Stratejiyeke me ya teybet nîn e. Armanca ya sereke hemwelatîbûna hevpar e. Em wekheviya Destûra Bingehîn, wekheviya rêxistinî dixwazin.”   MA / Mujdat Can