Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê de ceza hate erêkirin: Yekitiya dewletê xera bû! 2023-08-11 11:29:01   RIHA - Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê ya Rihayê de bi îdiaya “yekitî û yekparetiya welêt xera kirin, hewl dan pergala destûra bingehîn bi zora çekê biguherînin”  cezayê muebbeta giran li 4 kesan hatibû birîn û ev ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.    Yek jê jin bi giştî du kesan di 28’ê tabaxa 2015’an de pacên avahiya Serokatiya AKP’ê ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê şikandin û molotof avêtin. Her du kes jî ji cihê bûyerê reviyan û Şîlan Çetîner (20) ji hêla polîsan ve hate gulebarankirin, guleyek li pişta Çetîner ket û hate binçavkirin. Kesê din jî winda bû. Piştre jî polîsên tîmên taybet hatin cihê bûyerê û di lêgerîna li goristana nêzî avahî, Recep Çalişkan (21) hate binçavkirin.    Çetîner a ku bi birîndarî hate binçavkirin, 17 rojan li nexweşxaneyê hate tedawîkirin û piştre jî jêpirsîna polîsan dest pê kir. Çetîner, li dadgehê got ku li emniyetê hatiye îşkencekirin, her cureyên heqaretên dermirovî li wê hatiye kirin û destdirêjî lê hatiye kirin. Çetîner, çalakî qebûl kir û got ku li dijî polîtîkayên AKP’ê bertekekî şexsî nîşan da ye û Çalişkan ê li goristanê hatiye binçavkirin nas nake û di dema bûyerê de li cem wê nebû.    LÊPIRSÎNA DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE   Çalişkan jî di îfadeya xwe ya li emniyetê û dozgeriyê qebûl kir ku tev li çalakiyê bûye û îdia kir ku ji cîranên wî Servet Kiliç (21) û Semîh Altûn (19) tev li plankirina çalakiyê bûne. Di dema dadgehê de jî got ku lêpirsîna wî di bin îşkenceyê de hatiye kirin û hemû îfadeyên wî ji hêla polîsan ve hatine nivîsandin. Çalişkan, destnîşan kir ku 7 meh piştre piştî biryara “nepeniyê” hatiya rakirin haya wî ji îfadeyê li emniyetê bûye û bi daxwaznameyekê îtîraz kiriye.    CEZAYÊ MUEBBETA GIRAN HATE DAYÎN    Polîsan, rojek piştî bûyerê li ser biryara dadehê di çarçoveya lêpirsîneke din de li telefonan guhdarî kir û di çarçoveya qeydên tapeyan de Servet Kiliç û Vedat Donuker (24); 32 roj piştre jî Semîh Altûn binçav kirin. Semîh Altûn, tawanbariyên heyî red kir û Servet Kiliç û Vedat Dokuner jî gotin ku îfadeyên wan ên li emniyetê di bin îşkenceyê de hatine girtin û ev îfadeye li dadgehê red kirin.    Doz, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate lidarxistin û bi îdiaya “TCK 302; xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê, hewl dan pergala makeqanûnê bi darê zorê biguherînin, endamtiya rêxistina derqanûnî, propagandaya rêxistinê û madeyên teqemeniyê li cem xwe girtine” cezayê muebbeta giran li Şîlan Çetîner Recep Çalişkan, Servet Kiliç û Semîh Altûn hate birîn. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Vedat Donuker jî. Piştî Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê niha jî Dadgeha Bilind biryar erê kir.    ‘BIRAYÊ MIN DI ROJA BÛYERÊ DE LI CEM MIN BÛ’   Semîh Altûn li Girtîgeha Erzînganê di hucreyê de tê ragirtin. Kekê Altûn, Celal Altûn bertek nîşanî erêkirina cezayê muebbeta giran da û wiha got: “Di roja bûyerê de min û birayê xwe li malê xwarin dixwar. Min bi xwe ew di saetên dereng ên şevê de bire mala wî. Cîranekî me yê bi navê Recep Çalişkan hebû. Li TEM’ê tundî û zext lê hatiye kirin û jê pirsîne bê ka kê ev bûyer pêk anî ye. Wî jî gotiye ‘cîranê me Semîh kiriye.’ Jê re gotine; ‘heke tu navan bidî em ê te berdin.’ Wî jî li qereqolê di bin zextan de îfade da. 32 roj piştre jî dema Semîh di rê de dimeşiya hate binçavkirin.”    ‘EV DOZ NE HIQÛQÎ NE JÎ WIJDANÎ YE’    Altûn, diyar kir ku çi sûcên birayê wî nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu eleqeya wî bi van bûyeran re nîne. Di kîjan pirtûkê de tê gotin ku cezayê şikandina pacên avahiya navçeyê û avêtina molotofê muebbeta giran e? Di vê dozê de ne qanûn heye, ne edalet û ne jî hiqûq heye. Di kîjan pirtûkê de heye ku li 5 ciwanan ewqas cezayên giran tên birîn? Dema li girtîgeha Rihayê em car bi car diçûn serdana wî. Niha sirgunî Erzînganê kirin. Şert û mercên wê girtîgehê gelek xerab in. Febrîqeya plastîkê li cem girtîgehê heye û her devera wê di nava tozê de dimîne. Em dixwazin edalet pêk bê. Li dijî gelek rêxistinên navçeyên HDP’ê êriş hatin kirin lê faîl nehatin darizandin. Dema mijar dibe AKP, li mirovên bêguneh jî cezayê muebbeta giran tê birîn. Di bûyerê de tenê camek hatiye şikandin. Heke cînayet jî bihata kirin, di navbera 10-12 sal ceza tê dayîn. Dema mijar dibe kurd, cezayên giran tên dayîn. Bi van cezayan dixwazin malbatan jî ceza bikin. Lê çi cezayî jî bidin em ê dev ji doza xwe bernedin. Em ê heta dawiyê xwedî li girtiyan derkevin.”    ‘HEQÊ PACÊ STANDIN’    Dayika Altûn, Husne Altûn (77) jî got ku çi sûcên kurê wê nînin û ev tişt anî ziman: “Kurê min ev 8 sal in bêguneh û bêsûc di girtîgehê de ye. Bi sedema ku pace şikestiye, kurê min niha di girtîgehê de ye. Ma ku dera vê edalet e? Di bûyerê de tiştek bi kesekî nehatiye. Heqê pacê jî standin. Di sala 2015’an dema kurê min hatî girtin, ji ber cama şikestî 3 hezar lîre cezayê pereyan dan me. Ji malê re teblîxat şandin û me ew pere da. Kurê min li Erzînganê ye û nikarim biçim serdana wî. Di demên berê de li Rihayê bû û ez diçûm serdana wî. Nexweş im. Dixwazim edalet pêk bê û kurê min were berdan. Niha jî Dadgeha Bilind cezayê wan erê kir û di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Ev, bêwijdanî ye.”     ‘TU DELÎLÊN ŞÊNBER NÎNIN’   Parêzerê Semîh Altûn, Serdil Îzol jî anî ziman ku tawanbariyên heyî li gorî agahiyên îstîxbarî tên kirin û wiha got: “Di hiqûqê de tu wateya vê nîne. Di dosyaya Semîh Altûn de tu delîlên şênber nînin. Qeydên tapeyê hene lê di van tapeyan de tu hêmayên sûc nînin. Tişta balkêş ew e ku di navbera van 5 kesan de tu trafîka telefonê nîne. Jixwe di îfadeyên xwe de dibêjin ku hevdû li taxê nas dikin. Di qonaxa Dadgeha Bilind de eşkere ye ku tu eleqeya wan bi hev re nîne, tu axaftinên li ser telefonê nînin û bi îradeya xwe li gel hev in. Di esasê xwe de di teşhîsan de gumanbar nînin. Dema îdianame hatiye amadekirin, dema ji ewil hatin binçavkirin îfade hene. Ji bilî îfadeyan, tu delîlên din nînin. Şexsan jî di dema darizandinê de îfade dan û gotin ku di îfadeya emniyetê de zext lê hatiye kirin. Wî Wan îfadeyên xwe diguherînin. Jixwe heke li gorî îfadeyên li emniyetê ceza lê were birîn jî, di dosyayê de têkildarî vê mijarê tu delîl nînin. Piştî klu dosya ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, min li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdana şexsî kir.”    MA / Emrûllah Acar