Meclisa Şaredariya Mûşê biryar da ku ‘deynan bi deynan bide’ 2023-08-11 12:32:18   WAN - Meclisa Şaredariya Mûşê raye da Şaredarê AKP’î Feyat Asya ku ji bo dayîna deynê ceyranê bikare 50 milyon lîreyan deyn bike.    Li gel ku di sala 2023’yan de ji bo Şaredariya Mûşê ya AKP’î 890 milyon lîre bûdçe hate veqetandin jî nekarî deynê xwe yê ceyranê bide. Meclisa şaredariyê di 3’yê tebaxê de civiya û ji bo 50 milyon lîre deynê ceyranê yê şaredariyê nîqaş kir. Di civînê de pêşniyar hate kirin ku rayeyê bidin şaredar Feyat Asya ku ji bo dayîna deynê ceyranê 50 milyon lîreyan deyn bike.    Piştî nîqaşan jî dengdayîn hate kirin. Endamên meclisê yên HDP’î biryara redê dan lê teklîf bi piraniya dengan hate qebûlkirin.