Nehiştin Ferît Şenyaşar bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike 2023-08-11 15:40:14 ENQERE - Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar îro jî berdewam kir. Ferît Şenyaşar ji Meclisê heta Wezareta Dadê meşiya û xwest bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike. Lê destûr nehate dayîn.     Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.     Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di 26’ê tîrmehê de veguhest Enqereyê û li pêşiya Wezareta Dadê li dar dixe. Rehikên çokên dayik Şenyaşar qut bûne û çendek nexweşiyên din lê peyda bûne. Lewma îro nekarî tev li nobetê bibe.     WEZÎR BI ŞENYAŞAR RE HEVDÎTIN NEKIR   Ferît Şenyaşar, çalakî domand û ji Meclisê ber bi Wezareta Dadê ve meşiya. Şenyaşar, xwest bi rayedarên wezaretê re hevdîtinê bike lê jê re hat gotin ku wezîr li cihê xwe nîne. Ferît Şenyaşar jî bertek nîşanî rayedaran da û piştre çalakiya xwe bi dawî kir.