Dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da 2023-08-11 17:33:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke Biçek û Bêmirov a dewleta tirk li ser rêya navçeya Pênciwênê ya girêdayî Silêmaniyê wesayîteke sivîlan bombebaran kir. Hate aşkerekirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Balafireke Biçek û Bêmirov (SÎHA) a dewleta tirk li ser rêya navçeya Pênciwênê ya girêdayî Silêmaniyê wesayîteke sivîlan bombebaran kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê, rêveberê bajarokê Nalparêz ragihand, li ser rêya Pênciwên-Nalparêz wesayîtek hatiye bombebaran kirin û di encama êrişê de sê kesên di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dane.   Di derbarê êrişê de Rêveberê bajarokê Nalparêz yê girêdayî navçeya Pênciwên ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê Hêmîn Îbrahîm ragihand, li devera Pley Nalme ya sînorê bajarokê Nalparêz bi SÎHA’yê êrişî wesayîtekê hatiye kirin û wesayît bi temamî şewitiye.   Hêmin eşkere kir ku di encama êrişa balafirê de sê kesên ku di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dane û got; “Niha tîmên destwerdana lezgîn û polîs li cihê bûyerê ne û hewl didin cenazeyan ji wesayitê derbixin.”   Di 9’ê tîrmehê de jî SÎHA’yeke dewleta tirk li ser rêya Dûkan-Xelekan wesayîteke sivîlan bombebaran kir û di encamê de welatiyek sivîl jiyana xwe ji dest dabû û du welatî jî birîndar bûbûn.