Li Tarsûsê civîna gel: Heta ku tecrîd ranebe pirsgirêka kurd nayê çareserkirin 2023-08-11 23:58:25   MÊRSÎN - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan ê li Tarsûsê bi dikandaran û gel re civiya wiha got: “Heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe pirsgirêka kurd çareser nabe.”   Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan û şandeya pê re bi dikandar û gelê li Taxa Fahrettînpaşa ya li navçeya Tarsûsa Mêrsînê re hatin gelhev. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan ê li vir axivî, qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir. Bozan, bal kişand ku 29 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin û wiha got: “Destûrê nadin ku birêz Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Kes nizane ku li Îmraliyê çi dibe. Em dibêjin heta ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin neyê kirin pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Yekane çareseriya vê yekê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û pêkhatina yekitiya netewî ya gelê kurd e. Heke yekitî pêk neyê ne tecrîd radibe ne jî pirsgirêka kurd çareser dibe. Tecrîd ne bi tenê bi çalakiyên girtîgehê bi têkoşîn û yekitiya hemû gelê kurd dê rabe.”   Bozan, der barê daxwaznameya Serokatiya Karên Diyanetê ya ji bo tevli Doza Kobanê bibe de jî ev tişt gotin: “Diyanet a ku her roj li welat tacîz û komkujî çêdibin daxwazname nedan xwest beşdarî Doza Kobanê bibe. Tu eleqeya Diyanetê bi vê dozê re nîne, xwest li ser talîmata Erdogan tev li dozê bibe. Em ê li dijî van polîtîkayên qirêj ên dewletê têkoşîna xwe bidomînin.”