ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-12 09:00:02   * Hevberdevkê Înîsiyatifa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îdrîs Saîd diyar kir ku rayedarên CPT'yê yên ku wan pê re hevdîtin kirine gotine ku ew ê di navbera xwe de têkildarî tecrîda li ser Îmraliyê civînekê pêk bînin û anî ziman ku heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were ew ê têbikoşin.   * Girtiyê nexweş Onder Poyraz herî dawî felc derbas kir, nikare destê xwe yê rastê bi kar bîne û di hûcreyê de tê ragirtin. Hevjîna wî Fîrdevs Poyraz têkildarî rewşa hevjînê xwe wiha got: "Êdî nikare destê xwe yê rastê bi kar bîne û tiliyên destê wî jî tewiyane."     * Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Sîncanê, berdana Hevşaredarê Dêrsimê yê berê Mehmet Alî Bûl, bi hinceta “rîska ku sûc bike zêde ye” taloq kir.    * Tevî ku qeyûmê Şaredariya Cizîrê ji bo îhaleya dermankirinê 6 milyon lîre û ji bo makîneya dermankirinê 400 hezar lîre xerc kirine jî welatî ji ber mêşûmoran nikarin derkevin derve.    * “Bîrdariya Wijdana Hevpar” ku li navçeya Sûra dîrokî ye û bi demê re gelek cihên wê xera bûne, nayê tamîrkirin.    * Li Edeneyê derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ê Edeneyê Mahmût Dalmiş ê di dema xebatên hilbijartinê de ji aliyê polîsan ve milê wî hate şikandin, bi îdiaya ku ji polîsan re gotiye “ker” doz hat vekirin.    * Girtî Nedîm Ozturk ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, 11 roj in di greva birçîbûnê de ye. Xwişka wî Meral Halîsdemîr got ku êdî laşê birayê wê ditevize.    * Rêwiyên li Balefirgeha Amedê careke din neçar man ku 6 saetan dereng biçin û ji bo vê jî "sedemên operasyonî" hatin nîşandan.     * Lijneya Giştî ya Asayî ya Şaxa ÎHD’a Amedê dê li Hotêla Mîtanî bê lidarxistin. (10.00)   * Xizmên Windakiriyan ên Amed û Îzmîrê dê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li dar bixin. (11.00-12.00)    * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 959’emîn de li dar bixin. Dê li gelek bajaran ji bo piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re daxuyanî bên dayîn. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê di hefteya 594 a çalakiya “Rûniştina F” de ji bo rewşa girtiyê nexweş Mûstafa Saîd Turk li pêşiya komeleyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî dê di hefteya 466’emîn a çalakiya xwe de li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)