Qeyûm 6 milyon xerc kirin: Cizîr di bin dagirkirina mêşûmoran de ye 2023-08-12 09:02:18   ŞIRNEX - Tevî ku qeyûmê Şaredariya Cizîrê ji bo îhaleya dermankirinê 6 milyon lîre û ji bo makîneya dermankirinê 400 hezar lîre xerc kirine jî welatî ji ber mêşûmoran nikarin derkevin derve.    Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê ku di bin rêveberiya qeyûman de ye li dijî mêşûmoran bi 5 şîrketên cuda re 5 îhaleyên cuda îmze kir. Şaredariyê ji bilî bedelê îhaleyan ê 5 milyon û 900 hezar lîreyan, bi 400 hezar lîreyan makîneya dermankirinê kirî. Heta niha bi komî 6 milyon û 300 hezar lîre ji bo dermankirinê hate xerckirin lê welatî ji ber mêşûmoran ketine rewşeke ku nikarin derkevin derve. Li navçeya ku germahî dibe 50 derece, welatî çareyê di pêxistina agir de dibînin.    6 MILYON Û 300 LÎRE HATIN XERCKIRIN    Şaredariya ku di bin rêveberiya qeyûman de ji bo dermankirinê bi Şîrketa Bazirganî Çandinî Tenduristiya Xwezayê ya Biyentoyê re 165 hezar lîre, bi Şîrketa Dermankirina Lezgîn Têkoşîn û Kontrola bi Mêşûmoran re milyonek û 900 lîre, bi Şîrketa Paqijî, Xurek, Derman û Dermankirin a Ang Almila re 727 hezar lîre, bi Şîrketa Bazirganî û Senayiyê Veguhestin Înşaet Xurek Xizmetên Tenduristiyê ya Nêrgis re milyonek û 713 hezar lîre, bi Şîrketa Veguhestin Sewalkarî Bazarkarî Xurek Berhemên Çandiniyê Bazirganiya Derve ya Cesûr re milyonek û 395 hezar lîre îhaleya dermanan pêk anî. Ji bilî vê bi 400 hezar lîreyan makîneya dermankirinê kirî. Qeyûm tevî vê yekê ji bo dermankirinê jî ji qasaya şaredariyê 6 milyon û 300 hezar lîre xerckirin.    DERMANKIRIN DI DEMA XWE DE NEHATE KIRIN    Tevî van lêçûnan jî ji ber dermankirin di dema xwe de nehate kirin gel nikare derkeve derve û li parkan rûne. Yek ji welatiyan Ahmet Yilmaz ê ji ber germa zêde aciz bû û ji bo biçe li parkê dema xwe derbas bike, anî ziman ku ji şaredariyê di dema xwe de dermankirin nekir mêşûmor evqas zêde bûne. Yilmaz, diyar kir ku dermankirin rastî saeta derketina derve ya mirovan tê û bi lêv kir ku derman ji mêşûmoran zêdetir bandorê li mirovan dike û ji ber derman nexweşî derketine holê. Yilmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew e Cizîrê dizanim û vir ve rastî rewşeke wisa nehatim. Ev 30 sal in li vir im cara ewil e li park û baxçeyan ev qas kelmêşan dibînim. Em dibêjin em di saetên şevê de dibêjin biçin parkêş, şaredarî dermanê ku tu bandorê li kelmêşan neke û bandorê li mirovan dike bêserûber diavêje. Bêyî ku daxuyaniyekê bidin ka ev derman ji mirovan re bizirar e an li gorî serê xwe diavêjin. Lê di hejmara kelmêşan de kêmbûnek nabe.”   ‘EM PIŞTÎ SAETEKÊ DIKARIN DERKEVIN’    Yilmaz, anî ziman ku ji ber mêşûmoran gelek caran dema dinya tarî dibe dikarin ji malên xwe derkevin û biçin parkê û wiha berdewam kir: “Şaredariyê ji bo vê dermankirinê bi milyonan lîre xerckirine. Heke bi awayekî bi rêkûpêk dermankirin hatibûya kirin, Cizîr di bin dagirkeriya mêşûmoran de nedima. Em di vê rewşê de nedibûn. Diviyabû bi germbûna hewayî ev kelmêş xwe bi xwe ji holê rabûna. Divê êdî ji vê rewşê re çareseriyekê bibînin.”   MA / Dilgeş Rûvanas