Ji taloqkirina înfazê re hinceteke nû: Rîska ku sûc bike heye! 2023-08-12 09:02:45   DÊRSIM - Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Sîncanê, berdana Hevşaredarê Dêrsimê yê berê Mehmet Alî Bûl, bi hinceta “rîska ku sûc bike zêde ye” taloq kir.    Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bûl ê ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), piştî ku qeyûm tayînî şûna wî hate kirin di 17’ê mijdara 2016’an de hate girtin. Di çarçoveya doza Bûl jê dihate darizandin de di sala 2017’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 9 meh ceza lê hate birîn. Bûl ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncana Enqereyê tê ragirtin, di 6 hezîranê de cezayê lê hatiye birîn temam kir. Înfaza Bûl ê diviyabû ku bihata berdan ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Sîncanê ve bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” hate taloqkirin.    LIV Û TEVGEREKE NEYÎNÎ NÎNE LÊ…   Di biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê de hate diyarkirin ku tu sûcên dîsîplînê yên Bûl nînin, Bûl li gorî hemû rêzikan tevgeriya ye lê biryareke erênî nehate dayîn ku dê di çarçoveya rêxistinê de careke din sûc neke û di biryarê de hate diyarkirin ku “rîska ku Bûl sûc bike zêde ye” û îhtîmala ku çalakiyan bike zêde ye.  Her çiqas di biryara lijneyê de nebe jî qawişa ku Bûl lê dimîne weke sedema taloqkirina înfazê hate nîşandan.    Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Miduriyeta Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Sîncanê biryar da ku Bûl “halnebaş e" û înfaza wî di 22’yê tebaxê de careke din were nirxandin.    MA / Mujdat Can