Dozgerê milê şikestî nedît ji ‘ker’ re doz vekir! 2023-08-12 09:04:37 EDENE - Li Edeneyê der barê endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ê Edeneyê Mahmût Dalmiş ê di dema xebatên hilbijartinê de ji aliyê polîsan ve milê wî hate şikandin, bi îdiaya ku ji polîsan re gotiye “ker” doz hat vekirin.    14 endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ên Edeneyê, dema di 4’ê gulanê de li Taxa Kuçukdîkîlî ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Ciwan bi hinceta dirûşmeyên “Kujer Erdogan Hevkar Bahçelî” û “Ji zilma Erdogan re bes e” berzkirine bi sûcê “heqaret li serokkomar kirine” hatin sûcdarkirin. Di dema binçavan de yek ji ciwanan Mahmût Dalmiş ê beriya niha destê wî şikestibû careke din hate şikestin. Ciwan piştî îfadeyên wan hatin wergirtin hatin berdan lê lêpirsîna hatiye destpêkirin hêj didome.    LI SER GILIYÊ POLÎS LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN    Dalmiş, ji ber destê wî yê hate şikestin giliyê polîsan kir. Têkildarî giliyê hêj tu geşedan çênebûne. Lê li ser giliyê polîsê bi navê M.K. bi sûcdariyên “heqaret” û “ji bo peywîrê nede kirin li ber xwe daye” derbarê Dalmiş de lêpirsîn hate destpêkirin. Di îdîanameya ku di çarçoveya lêpirsînê de hat amadekirin de hat îdîakirin ku Dalmiş li nexweşxaneya ku di dema binçavkirina wî de birinê ji polîsan re wiha gotiye, ‘Hûn nemerd in, bêşeref in, tu ne mirov î, piştî hilbijartinê rojên we hemûyan tejî dibin, dema we diqede, kêm ma kerê ker.’ Dalmiş ku di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya wî hate girtin, diyar kir ku gotinên tên îdiakirin ku hatine gotin wî negotine û sûcdariyên derbarê wî de qebûl nekirin. 8’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edeneyê îdianameya ku dispêre îfadeyên polîsan qebûl kir. Danişîna ewil a dozê dê rojên pêş de were dîtin.”   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen