Komira alîkariyê dê ji hêla weqfan bê belavkirin 2023-08-12 11:50:38   ENQERE - Li gorî biryara Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, komira alîkariyê dê ji hêla weqfan ve li malatên hewcedar bê belavkirin.    Li gorî biryara Serokkomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan a di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, dê weqfên alîkarî û piştevaniya civakî li bajar û navçeyan kesên hewcedar tespît bikin û komira alîkariyê ji hêla wan ve were belavkirin. Mixdarê alîkariya komirê dê li gorî şert û mercên avhewayê, mixdara di demên berê de hatiye belavkirin, nirxên germahiyê ya komirê û hêmayên weke karesat û rewşên lezgîn û ji hêla Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ve were diyarkirin.    DÊ MAL JI HÊLA WEQFAN VE BÊN DIYARKIRIN   Hejmara malên hewcedar ên li gorî krîterên hewcedariyê ji hêla weqfan ve hatine diyarkirin, piştî nirxandina wezaretê teqez bibin. Sewqiyatên komirê yên ji bo malbatan tên kirin dê di çarçoveya nêrînên Midûriyeta Giştî ya Şîrketên Komirê û li gorî krîterên wezaretê di çarçoveya bernameyekê de bên kirin.