Ji ber germahiya zêde bajarên Kurdistanê hatin hişyarkirin 2023-08-12 12:03:11 AMED - Li gorî rewşa hewayê ya rojane ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê li Amed, Êlih, Şirnex û Sêrtê dê pileya germahiyê di navbera 42-45’an de be.    Li gorî rewşa hewayê ya rojane ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM); germahiya li hinek herêman zêde dibe. Pisporan, ji ber lêdana germê, kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene û bi ser temenê 65 salî re hişyar dan û gotin ku bi roj saet di navbera 10.00 û 16.00’an de dernekevin.    Li gorî MGM’ê pileya germahiyê ya bajarên bakurê Kurdistanê wiha ne:    Amed: 43°C, dê kêmewir û sahî be    Sêrt: 42°C, dê kêmewir û sahî be    Riha: 41°C, dê kêmewir û sahî be    Mêrdîn: 38-44°C, dê kêmewir û sahî be    Êlih: 45°C, dê kêmewir û sahî be   Semsûr: 41°C, dê kêmewir û sahî be   Meletî: 40°C, dê kêmewir û sahî be    Dêrsim: 40°C, dê kêmewir û sahî be   Şirnex: 40°C, dê kêmewir û sahî be    Silopiya û Cizîr: 48°C, dê kêmewir û sahî be   Dîlok: 39°C, dê kêmewir û sahî be    Colemerg: 36°C, dê kêmewir û sahî be   Çewlig: 38°C, dê kêmewir û sahî be   Erzirom: 34°C, dê bi ewrê parçeyî û kêmewir be    Qers: 34°C, dê bi ewrê parçeyî û kêmewir be   Wan: 31°C, dê kêmewir û sahî be