Ji Bulut a bi birîndarî hatibû girtin agahî nayên girtin 2023-08-12 13:56:46   AMED - Endama YJA Starê Şengul Bulut bi birîndarî hatibû girtin û Wezareta Parastinê di 5’ê tebaxê de dîmenên girtina wê parve kiribû. Ji wê rojê ve tu agahî ji Bulut nayên girtin. Bavê Bulut, Abdulhalik Bulut wiha got: “Em nizanin ka keça me sax e yan birîndar e. Fikarên me hene.”    Endama YJA Starê Şengul Bulut bi birîndarî hatibû girtin û Wezareta Parastinê di 5’ê tebaxê de dîmenên girtina Bulut parve kiribû. Ev bû 8 roj ku tu agahî ji Bulut nayên girtin. Wezaretê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal gotibû ku di pevçûnên li Herêma Federe ya Kurdistanê de 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û Şengul Bulut (Marya Umut) jî bi birîndarî hatiye girtin.    Bavê Bulut, Abdulhalik Bulut da zanîn ku roja dîmen hatin parvekirin hejmareke telefonê ya biyanî li wî geriyaye û ev agahî parve kirin: “Ji min pirsa keça min kirin bê ka heya min jê heye yan na. Min jî got ku haya min jê nîne. Piştre telefon girt. Ez piştre li heman hejmarê geriyam û min jê pirsî bê ka derheqê keça min de agahî di destê wan de hene yan na. Got ku keça te bi birîndarî hatiye girtin lê negot bê ka li ku tê ragirtin.”   SERÎ LI ÎHD’Ê DA    Bi domdarî Bulut anî ziman ku li ser medyaya dijîtal hîn bû ku keça wî bi birîndarî hatiye girtin û wiha pê de çû: “Min, di heman rojê de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdan kir. Lê derheqê aqûbeta keça min de tu agahî nehatin dayîn. Ji bo alîkariya hiqûqî, min di 11’ê tebaxê de serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.”   ‘EV BÛ HEFTEYEK MIN TU AGAHÎ JÊ NEGIRTINE’   Bulut, diyar kir ku ev 9 sal in tu agahiyan ji keça xwe nagire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez dizanim ku di sala 2013’an de çû. Ev bû 9 sal min tu agahî jê negirtin. 9 sal piştre di 5’ê tebaxê de me li ser hesaba Twîtterê ya Wezareta Parastinê û kanalên televîzyonan agahî jê girt. Digotin ku ji 3 kesan 2’yan jê jiyana xwe ji dest daye û yek jî bi birîndarî hatiye girtin. Me agahiyên têkildarî birîndaran li ser hesaba Twîtterê dîtin. Dema min nav û paşnavê wê dîtin, min zanî ku keça min e. Ji ber van agahiyan, min serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û ÎHD’ê da. Zaroka me bi birîndarî ketiye destê deweltê. Ev bû hefteyek me tu agahî jê negirtine.”    ‘EZ DIXWAZIM AQÛBETA KEÇA XWE HÎN BIBIM’   Bi domdarî Bulut got ku ji ber jiyana keça xwe fikarên wî hene û axaftina xwe wiha qedand: “Em tu agahiyan nagirin. Li ku tê tedawîkirin, li ku tê ragirtin, dê were darizandin an na, nizanim. Em li kîjan derî bixin, agahî nadin me. Weke bav û malbata wê em mexdûr in. Em dixwazin aqûbeta keça xwe bizanin. Heke bê tedawîkirin an jî darizandin, em dixwazin bizanin. Em nizanin bê ka sax e yan birîndar e. Fikarên me hene.”