Li Tetwanê 8 gundî hêj di bin çavan de ne 2023-08-12 14:40:20   BEDLÎS - Piştî pevçûna li çoltarê gundê Peyindas ê Tetwanê, leşkeran bi ser gund de girtin û 8 welatî binçav kirin. Ji 2 gundiyên navên wan nehatin zanîn jî tu agahî nayên girtin.    Di sibeha 10’ê tebaxê de li çoltarê gundê Peyindas ê Tetwan a Bedlîsê pevçûn derketibû û piştre jî li dijî gund operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Leşkeran, di çarçoveya operasyonê de li gund 8 kes binçav kirin. Hat zanîn ku li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin û duh di danê sibehê de gundiyên bi navên Kerem Arvas, Mustafa Tedbîrlî, Necîp Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Serkan Îpek, Garîp Îpek, Ekrem Avras û Ahmet Çelîk hatin binçavkirin û 2 gundiyên navên wan nehat zanîn jî tu agahî jê nayên girtin. Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku di dema binçavkirinê de leşkeran Kerem Arvas derb kirine û gef lê xwarine.    Hat zanîn ku gundiyên hatine binçavkirin niha li qereqolên leşkerî yên Bedlîs û Tetwanê tên ragirtin. Her wiha hat diyarkirin ku hêj îfadeyên 8 kesan nehatine girtin. Rayedarên dewletê heta niha jî têkildarî binçavkirinên li gundê Peyîndasê tu daxuyanî nedane.