Şaxa ÎHD’a Amedê kongre li dar xist: Çareserî ne bi çekê lê bi lihevkirinê dibe 2023-08-12 15:15:39 AMED - Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de hat diyarkirin ku çareserkirina pirsgirêka kurd tê vehêlandin û wiha hat gotin: “Li herêmê şerekî dijwar heye. Çareserî ne bi çekê lê bi lihevkirinê dibe.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê 17’emîn Lijneya Giştî li dar xist û diyarî Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan hate kirin. Lijne, li eywana konferansan a hotêlekê hat lidarxistin û pankartên “Deng bide jiyanê û tecrîdê rake”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Ji bo girtiyên nexweş edalet” û “Ji bo hevrûbûn û hesabpirsînê bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” hatibûn daliqandin. Her wiha wêneyê Melîke Alp a ÎHD’î ku di erdheja 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dabû hate daliqandin.    Dayikên Şemiyê, Rêveberiya Partiya Çepên Kesk a Amedê, parlamenter Ceylan Akça, Odeya Bijîşkan a Amedê, Baroya Amedê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komelay Jinan a Rosayê, Egîtîm Sen, Komelaya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li lijneyê bûn.    Lijne, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Serokatiya Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û wiha got: “Yek ji qadên ji ber zextên siyasî dibe hedef jî ÎHD ye. Bi zêdebûna zexta dewlet û îktîdara siyasî re berpirsyartiya me jî zêde dibe. Çavkaniya hêviya me, Xizmên Windakiriyan û Dayikên Şemiyê ne. Lewma em kongreya xwe diyarî wan dikin.”    ‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ NECEZAKIRINÊ BERPIRSYARTIYA SEREKE YE’   Zeytûn, bal kişand ser sepanên îşkenceyê yên li herêmên kurdan û wiha pê de çû: “Polîtîkayên necezakirinê roj bi roj zêdetir dibin. Kujerên Rozerîn Çukur, Helîn Şen û hêj gelek kesên din nehatine darizandin. Sepanên derhiqûqtiyê zêde bûne û herêmên kurdan weke cihê cerebeyê tên bikaranîn. Têkoşîna li dijî necezakirinê, yek ji berpirsyartiyên me yên sereke ye. Tekane rêya xelasiya ji vê krîzê, têkoşîna mafan e. Weke parastvanên mafan, li gel daxwaza demokrasî û edaletê, em ê ji bo avakirina van jî têbikoşin. Ez dixwazim bibêjim ku peywira min îro bi dawî dibe. Spasiya sazî û hevalên xwe dikim ku gelek tişt li jiyana min zêde kirin. Her wiha serkeftinê ji bo hevalê/a nû dixwazim.”    ‘ME REWŞA XWE YA LI DIJÎ ŞER PARAST’   Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalan jî têkoşîna 37 sal a ÎHD’ê bi bîr xist û wiha got: “Ji roja saziya me hatiye avakirin heta niha me gelek hevalên xwe winda kirin. Em hatin îşkencekirin lê meşa tevgerê tu caran neguherî. Ev 37 sal in em li dijî şer, pevçûn û înkarê têdikoşin û me sekna xwe parast. Ji ber ku dema me dev ji vê berda, wê demê em dev ji mirovbûna xwe ber didin. Wezareta Parastinê dibêje ku di salekê de 991 milîtan kuştine. Li herêmê şerekî dijwar heye. Pêdiviya vê axê dîsa bi aştiyê heye. Divê em ne kesên dixwazin lê yên ava dikin bin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, hinek daxwazên me hene. Banga me ji bo îktîdarê ye; we ev pirsgirêk veşart û polîtîkaya tepisandinê bi kar anî. Banga me ji bo serokkomar jî ew e ku ji bo çareseriyê rûpelên nû vekin.”   Cîgira Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman jî destnîşan kir ku ÎHD’ê bedelên giran da û dê têkoşîna xwe bidomînin.    Piştî axaftinan, sînevîzyona ÎHD’ê ya têkildarî binpêkirinên li bakurê Kurdistanê pêşan da. Piştre jî beşdaran daxwaz û hêviyên xwe anîn ziman. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan, Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê Mûrat Aba û ji KESK’ê Siraç Çelîk qala girîngiya xebatên ÎHD’ê kirin û ji bo serdema nû serkeftin xwestin.    ‘ÇARESERÎ LIHEVKIRIN E’    Yek ji endamên damezirîner ên ÎHD’ê Mehmet Vural got ku pêdivî bi pêvajoyeke çareseriyê heye û çareserî ne bi çekê lê bi lihevkirinê dibe. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê yê berê Racî Bîlîcî jî diyar kir ku ji bo tu kes li Kurdistanê neyê kuştin û şer bi dawî bibe dê têkoşîna xwe bidomînin. Parlamenter Ceylan Akça jî daxuyand ku di her rewşên nebaş de ÎHD li cem wan bû û ÎHD diçe her cihê ku tu kes neçûyê.    Piştre jî peyamên nûner û endamên berê û rapora xebatan hatin xwendin.    Herî dawî jî ji bo serdema nû hilbijartin hate kirin.    RÊVEBERIYA NÛ HATE DIYARKIRIN    Ercan Yilmaz, Sûzan Mehmetoglû Aksoy, Omer Saman, Jiyan Ormanli, Yakup Guven, Esra Saçaklidir û Alî Îhsan Demîrtaş ji bo Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê hatin hilbijartin.