Şînên li Şirnexê bi girseyî hatin ziyaretkirin 2023-08-12 16:12:19   ŞIRNEX - Ji bo 2 endamên HPG’ê û endameka YPJ’ê li Şirnexê şîn hate danîn. Şîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.     Li Şirnexê ji bo 2 endamên HPG/YJA Starê û endama YPJ’ê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, şîn  hate danîn. Rêveberên Partiya Çepên Kesk, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kiri re (MEBYA-DER) çûn serdana şînê.    Şîna Rezan Gungen (Rêzan Botan) ê di 6’ê tebaxê di encama êrişa hewayî ya li Herêma Federe ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû li gundê Avgamasiya ya Şirnexê, şîna endama YPJ’ê Hîcran Ecuz (Vejîn Jiyan) a li bajarê Hesekê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daî li Taxa Cûdî ya Cizîrê, şîna Şehrîban Tekmenûray (Arjîn Sarya) a di sala 2022’yan di pevçûneke li Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dayî li gundê Bafê yê Hezexê hatibû danîn. Şande, yek bi yek çû serdana hemû şînan û ji bo malbatan sersaxî xwest.