Darên li Besta û Cûdî tên birin bi kamyonan dişînin derveyî bajar 2023-08-12 16:52:20 ŞIRNEX - Birîna daran a li Herêma Bestayê û Çiyayê Cûdî hatiye destpêkirin didome. Darên ku tên birîn li kamyonên tên barkirin û dişînin derveyî bajêr.   Li herêmên Bestayê û çiyayên Gabar û Cûdî ev sê sal in bênavber bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de dar tên birîn. Darên ku tên birîn li kamyonan tên barkirin û li derveyî bajêr tên firotin. Heta niha darên dihatin birin bi komî dibirin derveyî bajar lê piştî bertekên raya giştî, ji bo balê nekişînin cuda cuda li kamyonan tên barkirin û dişînin derveyî bajar.    ŞEWATA LI BÊSPÎNÊ HATE VEMIRANDIN   Her wiha şewata ku duh li gundê Dêrêsor a girêdayî bajarokê Bêspîn ê navçeya Şirnexê ku li quntarê Çiyayê Cûdî dest pê kiribû, piştî mudaxileya komên agirkujiyê yên Şaredariya Silopiyayê hate vemirandin.