Li Çiyayê Cûdî şewateke din derket 2023-08-12 18:02:04   ŞIRNEX - Mudaxileyî şewata li herêma girê Çiyayê Cûdî derketî nayê kirin.    Li herêma girê Çiyayê Cûdî ya nêzîkî navçeya Cizîrê û Silopiyayê yên Şirnexê şewat derket. Şewata ku hêj sedemê wê nehate diyarkirin ji navenda Şirnexê hate dîtin. Li qada ku şewat lê derketiye gelek qalekol û qereqol hene.     Hate diyarkirin ku şewat hêj didome û tu mudaxile lê nehatiye kirin.