Ji bo şewata li Licê banga mudaxileya lezgîn hate kirin 2023-08-12 19:00:39   AMED - Endamê Komîsyona Bajêr û Hawîrdorê yê Baroya Amedê Prz. Ahmet Înan û endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Mûrat Bîlgîç ji bo şewata li Licê didome banga mudaxileya lezgîn kirin.    Şewata ku li gundê Gom û Bamitnî yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê di saetên serê sibê de derketibû ji ber mudaxileya kêm her ku diçe belav dibe. Çavkaniyên herêmî diyar kir ku xesareke giran a madî û manewî heye û da zanîn ku şêniyên gund bi derfetên bisînor hewl didin mudaxileyî şewatê bikin.    ‘BILA BI AWAYEKÎ BAŞ BÊ MUDAXILEKIRIN’     Endamê Komîsyona Bajêr û Hawîrdorê yê Baroya Amedê parêzer Ahmet Înan, ji şewata ku didome re banga mudaxileya lezgîn kir û wiha got: “Ji ber xwezaya herêmên rastiyeke ku bêyî mudaxileya hewayî şewat nayê kontrolkirin. Em weke Komîsyona Bajêr û Hawîrdorê yê Baroya Amedê bang li rayedaran dikin. Bila bi awayekî baş bilezgînî mudaxileyî vê şewatê bê kirin. Heke jiyana bi sedan daran, mirovan û heywanan di bin xetereyê de ye.”   ‘REWŞA GUNDIYAN BIXETER E’    Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Mûrat Bîlgîç jî ev bang kir: “Dîsa darên Licê dişewitin. Şewat gihişt gundên Bamitnê û Gomê. Rewşa gundiyan bi xeter e. Divê herkesên ku jiyan û welatê xwe hez dike deng bidin qêrîna gundiyan û şewata daristanê bê vemirandin.”