Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin 2023-08-12 20:25:30   STENBOL - 31 kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan.   31 kesên di çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê de bi kelemçeya bi pişt ve hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 31 kesên ku Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî 3 nexweşiyên cuda hatin kirin û piştî kontrola tenduristiya hate kirin hatin berdan.    ‘HÛN NIKARIN ME ÇAVTIRSANDÎ BIKIN’      Dayikên Şemiyê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev peyam parve kirin: “Em ji meşrûtiyeta xwe ya teqez hêzê digirin, hûn nikarin me bitirsînin. Em ê dest ji daxwaza xwe ya heqûqet û edaletê û Galatasarayê bernedin.”   Navên kesên hatine berdan wiha ne: “Hanîfe Yildiz, Mîkaîl Kirbayir, Îkbal Eren, Masîde Ocak, Yilmaz Haksever, Adîl Can Ocak, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yurtsever, Coşkûn Ustercî, Umît Efe, Davût Arslan, Eray Gozutok, Sînan Aktag, Nîlay Kûş, Ceren Gunel, Beyza Karasakal, Betul Karasakal, Ensarî Korkmaz, Dîlek Azgin, Gulseren Gungordu, Oya Ersoy, Hatîce Onaran, Nazim Dîkbaş, Îsmaîl Yucel, Zehra Demîr, Gulendam Ozdemîr, Huseyîn Ocak, Acîz Coşkûn, Emrah Taştan û Meryem Bars.”