Piştî raye ketî destê SES'ê nexweşxaneyê dest bi mobbîngê kir 2023-08-13 10:26:15   RIHA - Nûnerê sendîkayê Ferhat Demîr destnîşan kir ku li Wêranşarê piştî 8 salan raye kete destê SES'ê û wiha got: "Bi vê yekê re mobbînga li dijî kedkarên tenduristiyê dest pê kir. Em ê li cem kedkaran cih bigirin."     Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya girêdayî Konfederasyoa Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Wêranşara Rihayê hejmara endamên xwe derxist ser 250’an û 3 meh berê bû sendîkaya xwedî raye. Piştî 8 salan raye ji destê Sendîkaya Xebatkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (Saglik-Sen) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (Memûr-Sen) derbasî SES’ê bû. Bi vê yekê re mobbînga li dijî xebatkarên tenduristiyê jî dest pê kir.    Nûnerê Şaxa SES’a Wêranşarê Ferhat Demîr bal kişand ser miameleya li dijî endamên sendîkaya wan û anî ziman ku ew ê li dijî van sepanan serî li têkoşîna hiqûqî bidin. Demîr, da zanîn ku di herêma wan de ev demeke pirsgirêkên tenduristiyê hene, ew ji bo xizmeteke baştir têdikoşin û wiha got: "Em dixwazin rayedar girîngiyê bidin tenduristiya civakê. Dema ku em tenduristiya civakê dikin mijara sereke zextê li me dikin. Meha bihûrî der barê 3 hevalên me de ji ber sedemên biçûk girtename hatiye girtin û bêyî parastina wan were xwestin, li cihên bi kîlometreyan dûrî malên xwe hatine peywirdarkirin."      ‘ÎDARE SÛC DIKE’   Demîr, diyar kir ku piştî dewrkirina rayeyê di meha gulanê de zext zêde bûne û wiha domand: "Herî dawî xwestin hevalên me yên li emeliyatxaneyê weke teknîker dixebitin li beşa lezgîn peywirdar bikin. Piştre jî gef li van hevalên me hate xwarin û jê re gotin heke hûn li emeliyatxaneyê nexibitin dê li devereke din a bajar bên peywirdarkirin. Em bi hevalên xwe re ne. Sedema van pirsgirêkan jî tayînên bêliyaqet in. Li hundirê nexweşxaneyê xwe têklilî cil û bergan, qadên jiyanê tên tengkirin, li gorî keyfa xwe mudaxileyî destûran dikin. Em ê derheqê Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Sendîka ji bo parastina mafên xebatkaran hene. Mafê me yên rêxistinbûnê tên binpêkirin. Her nexweşxane odeyekê dide sendîkaya xwedî raye. Ev 3 meh derbas bûn lê hêj jî bo me tu ode nehatine veqetandin. Rêveberiya nexweşxaneyê sûc dike. Em ê li dijî her bêhiqûqiyê ji hêla hiqûqî ve têbikoşin û li cem kadkarên tenduristiyê bin."   GEFA LÊPIRSÎNA DISIPLÎNÊ   Têkildarî îdiayên heyî em li Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê Muhammed Yilmaz geriyan. Yilmaz, îdia kir ku îdiayên hatine kirin rast nînin û wiha got: "Min mehek berê dest bi kar kir. Di navbera sendîkayan de hevrikiyek heye û tu eleqeya me bi wan re nîne. Hinek peywirdarkirin çêbû û ev jî hiqûqî ne. Me ji bo wan odeyek veqetand lê ew bi israr odeyeke cudatir dixwazin. Em hatine tawanbarkirin û em ê derheqê rêveberên SES'ê de lêpirsîna disiplînê bidin destpêkirin."    MA / Emrûllah Acar