Ji bo Geverê sewqiyata leşkerî hate kirin 2023-08-13 12:51:27 COLEMÊRG - Ji bo navçeya Geverê ya li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê sewqiyata leşkerî hate kirin.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li herêmên navborî pevçûnên dijwar diqewimin û li hêla din jî dewleta tirk ber bi herêmê ve sewqiyata leşkerî dike.    Di saetên serê sibehê de ji bo navçeya Gever a Colemêrgê ya li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê sewqiyata leşkerî hate kirin. Li gorî agahiyan; ji navçeya Tetwan a Bedlîsê û ji Mûşê ber bi Geverê ve helîkopter û kîrpî hatin sewqkirin.