Operasyona li Tetwanê didome: 2 gundî winda ne 2023-08-13 13:45:08   BEDLÎS - Li gundê Peyindis ê Tetwanê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û hêj didome. Ji şêniyên gund Huseyîn Arvas got ku leşker dozeran dibin çoltarê gundê wan û wiha got: "Em tu agahiyan ji birayê min Ekrem Arvas û Fetûllah Arvas tu agahiyan nagirin. Ji ber jiyana wan fikarên me hene."    Di 10'ê tebaxê de li gundê Peyindas ê Tetwan a Bedlîsê pevçûn derket û piştre jî operasyon hate destpêkirin. Leşkeran bi ser malên gund de girtin û 8 gundî binçav kirin. Ji binçavkiriyan Kerem Arvas, Mûstafa Tedbîrlî, Necîp Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Serkan Îpek, Garîp Îpek, Ekrem Arvas û Ahmet Çelîk li qereqolên leşkerî tên ragirtin û duh dema binçavkirina wan ji bo 24 saetan hate dirêjkirin.    Der barê Fetûllah Arvas û Ekrem Arvas ên winda de jî tu agahî nehatin bidestxistin.    DÊ GILÎ WERE KIRIN   Parêzerê Kerem Arvas, Berfîn Ozan da zanîn ku miwekîlê wê bi lêdanê hatiye binçavkirin, wan rapora derbkirinê wergirtiye û dê têkildarî îşkenceya hatiye kirin gilî bikin.   Ozan anî ziman ku ew li bendê ne ku 8 kesên di bin çavan de tên ragirtin sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Bedlîsê bên kirin.   2 GUNDÎ HÊ JÎ WINDA NE   Birayê Ekrem Arvas, Huseyîn Arvas destnîşan kir ku leşkeran dozer birine herêmên operasyonê û gundê wan hêj di dorpêça leşkeran de ye. Arvas, wiha domand: "Heya niha jî me tu agahî ji Fetûllah û Ekrem Arvas negirtine. Li gorî texmîna me dijîn lê ji ber ewlehiya canê wan fikarên me hene."