Ji bo Dîlber Alinak daxuyanî hat dayîn: Çavkaniya tundiyê AKP ye 2023-08-13 16:09:45   QERS - Li Dîgorê ji bo êrişa li dijî Dîlber Alinak daxuyanî hate dayîn. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît got ku çavkaniya tundiya îro, AKP bi xwe ye.    Endamê Meclisa Şaredariyê yê AKP’î yê berê Ekrem Aybî, di 9’ê tebaxê de li navçeya Dîgor a Qersê êrişî Dîlber Alinak kir û xwest qetil bike. Alinak, ev 5 roj in li Nexwexşaneya Dewletê ya Qersê di beşa venihêrîna awarte de dimîne û rewşa wê giran e. Êrişkar Aybî di roja bûyerê de hate binçavkirin û piştî îfadeya li emniyetê sewqî Serdozgeriya Komarê ya Dîgorê hate kirin. Aybî, hewl da li dozgeriyê xwe weke kesekî “dîn” nîşan bide. Dadgeriya Cezayên Sulhê biryara girtinê da û şande girtîgehê. Hat zanîn ku ji bo were zanîn bê ka “aqilê wî li serê wî ye yan na”, Aybî di 10’ê tebaxê de şandina Nexweşxaneya Tenduristî û Nexweşiyên Ruh a Xarpêtê.    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk a bajar têkildarî êrişa li dijî Alinak li pêşiya nexweşxaneya Alinak lê tê tedawîkirin daxuyanî dan.    DARAZ ZILAMAN DIPARÊZE    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Tifaqa AKP-MHP’ê tundiya li dijî jinan zêdetir dike. Li vî welatî rojane herî kêm 4 jin tên qetilkirin. Zilam, li naverasta rêyê jinan derb dikin. Her wiha zilam zarokên vî welatî îstîsmar dikin. Li wargehên zarokên bêparastî îstîsmar dikin lê tu tevdîr nayên girtin. Ev zilam, di qonaxên darazê de tên berdan. Tevahiya civaka me di nava dorpêçeke tundiyê de ye. Em şîfaya xêrê ji bo hevala xwe Dîlberê dixwazin. Hêvîdarim ku di demekî nêz de baş bibe. Em dizanin ku heke rê li ber tundiyê neyê girtin dê ev tundî zêdetir bibe.”    ‘FAÎLÊ TUNDIYÊ HIKÛMET E’   Koçyîgît, axaftina xwe wiha qedand: “Ewlehiya jiyana jinan tune ye. Yê ku vê xetereyê diafirîne jî hikûmet bi xwe ye. Pergal û feraseta mêrserdest e. Jin û partiya me her tim li dijî vê ferasetê têkoşiyan. Dixwaizn bi hinceta ‘dîn e’ faîl biparêzin ku neyê darizandin. Lê em ê destûrê nedin vê. Tundiya kesekê ku demekê ji bo bernamzetiya AKP’ê serlêdan dikir û kesên têkiliya wan bi AKP’ê re heye ya li dijî jinan, tiştekî rasthatî nîne. Çavkaniya tundiyê, AKP bi xwe ye. Di pêvajoya darizandinê de em ê li cem malbata Alinak bin. Em ê nehêlin faîl bê berdan.”