Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in 2023-08-13 18:39:32   AMED - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ceylan Cupolo Akça diyar kir ku şewatên li Kurdistanê û şêweya mudaxilekirinê polîtîk e û wiha got: “Em ê weke gelê kurd li dijî vê helwesta siyasî û dijminane em ê şêweyên xwe yên mudaxileyê pêş bixin.”   Şandeyeke ji endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH), Platforma Parastina Bajarvaniya Amedê, Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), Dayikên Aştiyê û Komeleya Ekolojiyê pêk tê têkildarî şewata ji aliyê leşkeran ve duh danê sibehê li gundên Entax, Gomê û Bamitnî yên navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin lêkolîn bike çû herêmê.   ‘EM Ê BI GELÊ XWE RE ERDNÎGARIYA KURDISTANÊ BIPARÊZIN’    Şandeya ku li gundên Entax, Gom û Bamitniyê lêkolîn kirin, xaniyên li gundê Entaxê şewitîn lêkolîn kirin û li vir daxuyanî dan. Yek ji rêveberên Komeleya Ekolojiyê Mûrat Bîlgîç ê di daxuyaniya pankartên “Kesên xwedî li dîrok û xwezaya wê dernekevin, nikarin pêşerojê diyar bikin” û “Li dijî faşîzmê em bibin daristan” hatin vekirin de axivî, diyar kir ku mudaxilekirina şewatan a dereng siyasî ye. Bîlgîç, anî ziman ku li qada ku qala wê tê kirin di nava mehekê de 3 caran şewat derketiye û wiha got: “Her sê şewatên derketine jî bi guman in, em ê weke sazî û dezgehên vî bajarî bibin şopdarên vê yekê. Em ê bi gelê xwe re xwezaya Kurdistanê biparêzin. Me li vir lêkolîn kirin, ji bo ji niha û şunde dê hevdîtinên me çêbibin.”   ‘EM Ê ŞÊWEYA XWE YA MUDAXILEYÊ PÊŞ VE BIBIN’    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Cupolo Akça diyar kir ku di mehekê de li herêmê 3 şewat derketine û wiha got: “Failên du şewatên destpêkê diyar bûn, lê failên vê şewatê hêj nediyar in. Lê belê rastiyek diyar e ku ev yek di heman demê de biguman e û nikarin germbûna global û guhertina ekolojîk sûcdar bikin. Îro em dibînin ku li Gabarê li Cûdî şewat hatiye destpêkirin û mudaxele li kesên ku dixwazin vemirînin tê kirin. Dîsa em dibînin ku li gundên Licê talankirina dar û xwezayê tê kirin. Ev agir ji van hemûyan serbixwe nayê dîtin. Me digot, 'qeyûm biryareke siyasî ye'. Ev şewat jî polîtîk in. Şêwazên bersivdayîna van şewatan jî siyasî ne. Krîza avhewayê jî siyasî ye. Û tedbîrên li dijî germahiya global nayên girtin jî siyasî ne. Li hemberî van hemû helwesta dijminane ya polîtîk, weke gelê kurd weke Partiya Çepên Kesk em ê rêxistinbûyîna xwe, xweparastina xwe, şêweyên xwe yên mudaxilekirinê pêş bixin. Em ê li vê derê li cem gel bin. Em ê bi hêza xwe li xwe xwedî derkevin.”   Piştî axaftina hate kirin şande ji gund veqetiya.