Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir 2023-08-13 19:47:19   ŞIRNEX - Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, serdana gundê Bilbêsê yê bi rojane di bin dorpêçê de ye kir.    Çoltera gundê Bilbêsê yê girêdayÎ navçeya Elkê ya Şirnexê, ji 29’ê tîrmehê heta 4’ê tebaxê ji ketin û derketina sivîlan re hate qedexekirin. Piştî ku biryara qedexeyê bi dawî bû jî dorpêçê li gund berdewam kir. Walîtiyê di navbera 8’ê tebaxê û 23’yê tebaxê careke din herêm qedexe kir.    Li gel biryara qedexeyê dema bombebaran berdewam dikir, di navbera leşkeran û endamên HPG’ê de şer derketibû û tank sewqî herêmê hatibûn kirin.    Şandeya ji parlamenterên Partiya Çepên Kesk pêk dihat serdana gundê bi rojane di bin dorpêçê de ye kir. Di nav şandeyê de ji bilî parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê jî cih girtin.    Leşkerên di ketina gund de disekinin piştî GBT’ê destûr da ku şande bikeve gund. Bi awayekî kontrolkirî ji ketin û derketina gund re destûr tê dayîn. Li herêmê operasyon didomin.