Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn 2023-08-13 21:45:49   DÎLOK - Kesên ku hate diyarkirin tiryakê difiroşin li Dîlokê bi çekan êrişî şêniyên taxê kirin. Di encama êrişê de kesek mir, 4 kesan jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Bozoklar a navçeya navendî ya Şahînbey a Dîlokê, di navbera kesên tiryakfiroş û şêniyên taxê de nîqaş derket. Di encama nîqaşa ku veguherî şer de kesekî ku hate diyarkirin tiryakfiroş e bi çekê bêserûber gule berdan şêniyên taxê. Di encama bûyerê de 4 kes birîndar bûn û kesekî jî krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Kesên birîndar bûn piştî mudaxileya ewil a tîmên tenduristiyê rakirin nexweşxaneyê.