Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin 2023-08-13 23:18:27   MÊRDÎN - Şewata li qada daristanê ya gundên Tîzyan û Bernişt ên navçeya Artûklûyê derket, hate kontrolkirin.    Li qada daristanê ya gundên Tîzyan û Bernişt ên girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê nîvro ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. Piştî ku gundiyan hay ji şewatê bû, di kêliyê de mudaxile kirin û li ser agahdarkirinê, komên agirkujiyê welatiyên ji gundên derdorê hatin cihê şewatê û dest bi mudaxilekirinê kirin. Girseya ku bi çekên daran ên girtin destê xwe mudaxile li şewatê kirin, piştî hewldanên dem dirêj, ji bo belavbûna şewatê asteng bikin bi kepçeyan çalên fireh kolan. Welatiyan pişt re mudaxileya xwe ya ji bo vemirandina şewatê domandin û şewat xistin bin kontrola xwe.    Li herêmê bi dehan donim qadên daristanî û gelek daran zirar dîtin.