Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê 2023-08-14 09:02:45 EDENE - Parastvanên mafên mirovan ên li Edeneyê ev 2 hefteye bi êrişa polîsan tên binçavkirin. Parastvananan mafan diyar kirin ku heta Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re bê vekirin dê çalakiya xwe bidomînin.    Çalakiyên piştgiriyê yên ku Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê dixwest di 5 û 12’ê tebaxê de bi armanca protestokirina girtina Qada Galatasarayê ya li Dayikên Şemiyê pêk bînin, bi biryara walîtiyê hatin qedexekirin. Di biryara qedexeyê de wiha hate îdiakirin “Ji ber trafîka peya û wesayîtan qismî an jî bitemamî asteng dike, aştî û aramiya rayagiştî têxe xetereyê û maf û azadiya hin kesên din tê sînordarkirin.” Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya piştgiriyê ya di 5 û 12’ê tebaxê de li Parka Înonuyê li dar xistin de hatin astengkirin. Di êrişên polîsan de parêzer jî di nav de 57 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Parazvanên mafên mirovan û parêzerên îfadeyên wan hatin wergirtin, pişt re hatin berdan.    Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Prz. Yakûp Ataş, rêveberê şaxê Teberdar Elîk û parêzer Tûgay Bek bertek nîşanî êrişa li wan hate kirin dan û destnîşan kirin ku heta Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê bê vekirin dê çalakiya xwe bidomînin.    ‘REWABÛNA DESTHILATÊ HÊJAYÎ NÎQAŞÊ YE’    Parêzer Tûgay Bek bi lêv kir ku mafê civîn û xwepêşandanan bi Destûra Bingehîn, qanûn û peymanên navnetewî ku Tirkiye aliyekî wan e hatiye ewlekirin û bertek nîşanî girtina Qada Galatasarayê ya li Dayikên Şemiyê û qedexeyên li ser daxuyaniyên piştgiriyê da û got: “Desthilat Destûra Bingehîn bisînor dike û bi biryarên keyfî welat bi rê ve dibe. Di encama xebatên darazê yên demdirêj de hat tespîtkirin ku çalakiya Dayîkên Şemiyê mafdar û rewa ye. Rêwabûna desthilatê ya biryara darazê nas nake hate asta nîqaşkirinê.”   ‘SEKINANDINA DI WESAYÎTAN DE ÎŞKENCE YE’    Bek, diyar kir ku Walîtiya Edeneyê li bajêr hemû çalakî û aktîvîte qedexe kirine, heke vê biryarê bibin dadgeha îdarî dê biryara 'rawestandina înfazê' bê dayîn û ji ber ku sûcek nîne di heman rojê de hatine binçavkirin û berdan. Bek, da zanîn ku polîsan di dema daxuyaniyê de Parka Înonuyê dorpêç kirin û bi awayekî zêde êriş kirin û anî ziman ku ew bi xwe jî hate binçavkirin û rastî mûameleya nebaş hat. Bek, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Gelek hevalên me bi erdê re hatin kaşkirin û birîndar bûn. Di wesayîtên binçavkirinê de tundî, gef û heqareta polîsan didome. Di şertên Edeneyê ku li derve germahî bi ser 40 dereceyî de ye, di nava wesayîtên bêklîma de bi saetan tên sekinandin. Keyfî ragirtina di wesayîtên binçavkirinê yên 50 dereceyî dibînin de divê bi awayekî îşkenceyê bê dîtin. Dibe ku ji bo mirovên pîr û nexweş pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî pêk bên. Qedexeyên walîtiyê yên keyfî û bêhiqûqî, gefê li jiyana welatiyan dixwe.”   Bek, destnîşan kir ku wê li dijî zextan paş ve gavê neavêjin û wiha got: “Em ê bi tu awayî ji van qedexeyan re serî netewînin. Em ê bi israr di nava piştevaniyê de bin û maf û hiqûqê biparêzin.”   ‘BINÇAVKIRINA BI BIRYARA KEYFÎ Û BÊHIQÛQÎ’   Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Prz. Yakûp Ataş anî ziman ku li Edeneyê 2 hefte ye ji ber qedexeyên keyfî û bêhiqûqî yên walîtiyê bi lêdanê tên binçavkirin û wiha got: “Bifikirin ku hêzên ewlehiyê yên ne biryara meqama herî jor a darazê biryara walîtiyê ya îdareyê temsîl dike guhdar dikin hene. Bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hate piştrastkirin ku daxuyaniya çapemeniyê ya em didin li gorî hiqûqê ye. Em bang li walîtiyê dikin ku dest ji biryara xwe ya keyfî berde û rêzê ji biryara AYM’ê re bigire. Heke bifikirin ku dê bi vî awayî paş ve gavê bi me bidin avêtin, xelet in. Heta ku biryara qedexeyê ya li Qada Galatasarayê tê sepandin neyê rakirin, em ê ji vir bibin dengê Dayikên Şemiyê.”   ‘EM Ê BIBIN DENGÊ DAYIKÊN ŞEMIYÊ’    Rêvebera Şaxa ÎHD’a Edeneyê Teberdar Elîk, diyar kir ku ji ber biryara bêhiqûqî ya Walîtiya Edeneyê, ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatine binçavkirin û anî ziman ku polîs bi êrişa zêde mudaxile dikin û dibin sedemê seqetbûna mirovan. Elîk da zanîn ku di êrişa polîsan de ew û kekê xwe Muslum Elîk ji destên xwe birîndar bûne û di binçavan de jî mûameleya xerab berdewam kiriye. Elîk, vegot ku di germa Edeneyê de bi saetan di wesayîtên bêklîma de hatine sekinandin û birçî, tî û bênefes hatine hiştin. Elîk, anî ziman ku di dema mudaxileyê de rojnamevan û kesên xwestin tiştên hatin jiyîn bi telefonên xwe bikişînin jî rastî êrişê hatine, parêzerên ku çavdêrî dikirin rastî gef û astengiyê hatine û destnîşan kir ku heta Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re bê vekirin dê çalakiya xwe bidomînin.   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen