Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin 2023-08-14 09:03:22 STENBOL - Înfaza girtiyê nexweşê giran Soydan Akay ê 30 sal in girtî ye û 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 9’an a Sîlîvriyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê 6 mehan hate taloqkirin.    Soydan Akay (49) ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 9’an a Sîlîvriyê tê ragirtin, di sala 1993’yan de bi îdiaya ku “Berpirsyarê PKK’ê yê Herêma Egeyê ye” li Îzmîrê hate girtin. Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) muebbetê li Akay birî. Akay ê sal in girtî ye, heta niha bi rêzê li Girtîgehên Îzmîr, Aydin, Nazîllî, Kiriklar, Sêrt, Amed û Maltepeyê hatiye ragirtin.    5 SAL IN DI HUCREYA YEK KESÎ DE YE   Akay ê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an ji Girtîgeha Sîlîvriyê sirgûnî Girtîgeha Maltepeyê hate kirin û piştî demeke kurt li qawîşa girtiyên edlî hate bicihkirin, rastî êrişê hat. Akay, ê pişt re dîsa sirgunî Girtîgeha Sîlîvriyê hate kirin, li vi jî tevî ne hikumxwariyê cezayê “muebbeta girankirî ye” jî xistin hucreya yek kesî. Akay ku di sala 2018'an de teşhîsa kansera prostatê lê hat kirin û ji ber gelek nexweşiyên weke romatîzma gehan, Hepatît B, spazma dil di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, di sala 2021'an de li gel ku nêzî 10 cenderme yên li odeya rûniştinê ya nexweşxaneyê ji bo kontrolê hebûn, ji aliyê kesekî bi kincê sivîl ve rastî êrîşa bi kulm hat. Akay, tevî nexweşê penceşêra girane jî 5 sal in di hucreyeke yek kesî ya girtîgehê de tê ragirtin.    ÎNFAZA WÎ 6 MEHAN HATE TALOQKIRIN   Înfaza Akay, ê piştî girtina 30 salan dihate payîn ku di 11’ê tebaxê de bê berdan, bi hinceta rapora “Ji rêxistina bû sedemê girtina wî ne veqetiya ye” ku ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdare ya Girtîgehê ve hatiye amadekirin, 6 mehan hate taloqkirin.    ‘NEBERDANA WÎ LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’    Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD Esra Bîlen a parêzeriya Akay dike, diyar kir ku muwekîlê wê ji sala 2018’an ve di bin çavdêriya zêde ya rêveberiya girtîgehê de ye û Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi awayekî bêhiqûqî rapor amade kiriye. Bîlen, da zanîn ku hevdîtinên parêzeran ên Akay jî ji sala 2018’an ve tên qeydkirin û 5 sal in di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin.    ‘TEVÎ AYM’Ê BIRYAR NEHATE DAYÎN’    Bîlen, a da zanîn ku nivîsînên Akay ên bi girtiyên din re di bin kontrola girtîgehê de ye, bal kişand ku pirtûkên jê re hatine dayîn jî hatin krîmînalîzekirin û kirin sedemê şewitandina înfazê û wiha got: “Tevî ku gelek caran me li dijî agahiyên îstîxbarî yên tu rastiya wan nînin û kirine palpişta biryara sînorkirina parêzeran a 5 sal in bi awayekî sîstematîk tê dayîn, derbarê Akay de biryarek nayê dayîn, ev agahiya îxtîxbarî bi heman awayî dikin hinceta taloqkirina înfazê, nîşan dide ku lijne hewl dide mafê azadiyê yê girtiyekî ku 30 sal in bi îdiayên nerast girtî ye ji destê wî bigire.”   Bîlen, destnîşan kir ku di rewşeke bi vî rengî de divê li dijî tevahiya rêveberiya girtîgehê lêpirsîn were destpêkirin û anî ziman ku di pêvajoya gihiştinê de ew bi helwesteke berovajî re rûbirû ne. Bîlen, diyar kir ku li dijî rapora lijneyê ya ku berdana Akay taloq kiriye serî li Dadgeha Înfazê ya Sîlîvriyê dane û ev tişt gotin: “Lijne weke merciya erêkirinê tevgeriya ye û bêyî ku îtirazên me lêkolîn bike biryara redkirinê daye. Herî dawî li dijî biryara dadgehê li Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê, em ê mafê xwe yê îtirazê bi kar bînin.”   MA / Îbrahîm Irmak