Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin 2023-08-14 10:04:38   EDENE - Li Edeneyê di encama serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.    Li navçeya navendî û Ceyhanê ya Edeneyê bi ser gelek malan de hate girtin. Di dema serdegirtinên malan de polîsan alav û amûrên malan belav kirin. Di encama serdegirtinên malan de Mehmet Oztemel, Caner Abo, Firat Bahadir, Ozan Mamuk, Ladîn Mamuk, Dîlan Erbek û gelek kesên din hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirinan nehat zanîn û binçavkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê tên ragirtin.