Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de 2023-08-14 10:53:40 AMED - Derket holê ku kevir û sfenksa serê mirov a Cîgirê Serokê Giştî yê Diyanet-Senê Omer Evsen di avahiya xwe ya qaçax de bi kar anîne, ji avahiyeke tescîlkirî hatiye girtin. Hat zanîn ku ji bo parastina vê malê, belgeyên nerast hatine amadekirin.    Navçeya Sûr a Amedê di lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ye. Hat zanîn ku sfenksa serê mirov a namzetê Şaredariya Sûr a Amedê yê AKP’î û Cîgirê Serokê Giştî yê Diyanet-Senê Omer Evsen di avahiya xwe ya qaçax de bi kar anî, ji avahiyeke tescîlkirî girtî ye. Derket holê ku dema mamê wî Metîn Evsen Midûrê Herêmê yê Weqfan ê Amedê bû, Evsen bi kevirên ji avahiyên tescîlkirî yên piştî qedexeya derketina kolanan a li Sûrê hatibûn hilweşandin dizîn re kargeheke qaçax a bi navê “Kemikli Evi Ciğer” ava kiriye. Hat tespîtkirin ku sfenksa serê mirov a ku Evsen di vê kargehê de bi kar anî jî ji avahiyeke tescîlkirî ya li heman taxê û ya li ser 160 ada ya parsela hejmar 28-29’ê hatiye dizîn. Derket holê ku sfenksa serê mirov a behsa xeberê ku di kargeha qaçax a ji 3 qatan pêk tê û li ser 360 metrekareyan hatiye çêkirin de hatiye bikaranîn, aydê avahiya tescîkirî ya li Taxa Dabanoglû ya li ser 160 ada û parsela hejmar 28-29’an e. Di heman demê d,e di fîşê tescîlê yê Lijneya Herêmê ya Parastina Berhemên Çandî ya Amedê û di projeyên erêkirî de cih digire.    LIJNEYA PARASTINÊ TU GAV NE AVÊTIN    Diyar bû ku Fatîh Evsen ji bo ev kargeha qaçax bê tescîlkirin, weke avadaniyeke xwedî rabûrdiyeke 350 salan be nîşan daye lê piştî derketî holê ku qaçax e, Lijneya Herêmê Parastina Berhemên Çandî ya Amedê ya Midûriyeta Giştî ya Berhemên Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Turîzmê ji bo hilweşandina avadaniya qaçax tu gav neavêtin.    Lijneya Herêmê Parastina Berhemên Çandî ya Amedê li ser giliyan, mijar xist rojeva xwe û di vê mijarê de rapora pisporan da amadekirin. Di rapora kesê pispor de hat gotin ku di lêkolînê de xuya bûye ku înşaeta avahiya nû ya li ser parsela hejmar 1 a 164 adayê li dijî hukm û Plana bi Mebesta Parastinê ya di çarçoveya Projeya Dîzaynkirina Bajariyî de ye û bêyî destûrê hatiye çêkirin. Lijneya Herêmê Parastina Berhemên Çandî ya Amedê, tevî vê tespîtê jî gavek neavêt. Rayeya Lijneya Parastinê heye ku di vê mijarê de gilî bike û vê avahiya qaçax bide xerakirin. Lê belê destnîşan kir ku di vê mijarê de Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê erkdar e û tu hewldan nekir.    BELGEYÊN NE RAST HATINE AMADEKIRIN   Piştî ku Lijneya Herêmê Parastina Berhemên Çandî ya Amedê tu gav neavêtin, Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) kete nava hewldanan. Bi hewldanan re derket holê ku Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê belgeyên nerast amade kirine. Piştî serlêdana sûc a TMMOB’ê, Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê îdia kir ku avahiya behsa xeberê ya di sala 2019’an de hatiye çêkirin, dikeve ber “Efûya Îmarê” ya di 6’ê hezîrana 2018’an de hatiye derxistin û belgeyên derew amade kir. Bi vê yekê re rê li ber hilweşandina avahî girt.    Bi wêneyên peykê hat tespîtkirin ku avahî piştî qedexeya derketina kolanan a di sala 2015’an de hêj li ser pêya ye, piştî qedexeyê di dawiya sala 2018’an de ji hêla xwediyên wê ve hatiye hilweşandin û di sala 2019’an de jî bi kevirên dizî hatiye avakirin. Tevî vê yekê jî Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê xist çarçoveya “Efûya Îmarê.” Belgeya derew a Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê jî piştî serlêdana TMMOB’ê derket holê.    JI BER BELGEYA SEXTE NIKARIN HILWEŞÎNIN    Avahiya behsa xeberê dikeve ber rayeya Şaredariya Sûrê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin. TMMOB’ê ji bo hîn bibe bê ka qaçax e yan na, demekî dirêj serî li Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê, Şaredariya Sûrê û Midûriyeta Mûzeyê da lê tu bersiv jê re nehatin dayîn. Piştî belgeya li dijî rastiyê hatiye amadekirin, TMMOB’ê bersivek ji Şaredariya Sûrê girt.    Şaredariya Sûrê mînaka Belgeya Qeyda Avahî ya bi dîroka 15’ê hezîrana 2019 ku roja dawî ya “Aştiya Îmarê “ ye ji Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê re şand û wiha bersiv da TMMOB’ê: “Avahiya behsa xeberê bi hejmara CMFRYPC3’ê Belgeya Qeydê ya Avahî wergirtiye lewma em nikarin derheqê wê de kirariyekî bikin.”    Li ser vê yekê TMMOB’ê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir. Ew serlêdan jî ji ber vê belgeya derî rastiyê bi biryara neşopandinê bi dawî bû. TMMOB’ê ji bo rakirina biryara neşopandinê îtîraz kir.