Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin 2023-08-14 15:11:01   COLEMÊRG - Cadeyên li Colemêrgê di sala 2016’an de bi hinceta “ewlehiyê” hatibûn girtin, piştî 7 salan hatin vekirin. Cadeyên li deverên Gupsî û Çalkê yên Taxa Karşiyaka ya Colemêrgê di 15’ê tîrmeha sala 2016’an de bi hinceta “tevdîr û ewlehiyê” li trafîkê hatin girtin. Rêgeha behsa xeberê li ser rêya Tûgaya Çiya û Komandoyê ye û bi berîqet û xendekên hatibûn girtin û 7 salan ji trafîkê re girtî bûn. Şêniyên taxê jî ji bo vekirina rêyan gelek caran serî li walîtî, Midûriyeta Giştî ya Rêbejan û wezaretê dan lê belê di nava 7 salan de tu bersiv nehatin dayîn. Cadeyên ku ji trafîkê re hatibûn girtin, piştî nûçeya ajansa me ya bi sernavê “Cadeyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatin girtin ev 7 sal in nehatine vekirin” li trafîkê hatin vekirin.