11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-08-14 18:08:24   MÊRSÎN - 11 kesên li Mêrsînê di serdegirtina malan de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ku bi hinceta pîrozbahiya Newrozê “propagandaya rêxistinê kirine” û ji 15’ê tebaxê re “amadekariya çalakiyê dikirin” di 11’ê tebaxê de bi ser gelek malan de hatibû girtin û 11 kesên derheqê wan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn hatibûn binçavkirin.   11 kesên piştî kirariyên wan ên li miduriyeta polîsan îro sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin, piştî îfadeyên wan li dozgeriyê hatin wergirtin hatin berdan.