ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-15 09:00:26       * Nivîskar û rewşenbîrê kurd Ahmet Aktaş ku têkildarî çalakiyên 15’ê Tebaxê axivî, da zanîn ku ev çalakî bi tena serê xwe şoreşek e.    * Şaredariya Silopiyayê ji bo ku hunera destan a jinan zindî bihêle û li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser çand û hunerê bisekine, qursên Şeleme, Dezbilîng û Doxînê dan destpêkirin.   * Endama Desteya Rêveber a AFJC'ê Somaîa Valîzade diyar kir ku di bin rêveberiya Talîbanê de gelek rojnamevan hatin girtin û wiha got: “Tevî hemû zextan jî li Efxanistanê rojnamevanên li ber xwe didin û ji bo azadiya çapemeniyê dixebitin hene."   * Sînemager Îlham Bakir ku derbarê sînemaya kurdî de axivî, destnîşan kir ku esasê sînemayê li ser çîrok û paradîgmayê ye û divê derhênerên kurd li gor esasên kurdan fîlmên xwe çêbikin û xizmeta bişavtinê nekin   * Li hin taxên girêdayî navçeya Sûr a Amedê çopên nayên komkirin û avahiyên terkkirî xetere ne, li cihên ku pêşkeşî sermayeyê hatine kirin jî tabloyeke berevajî heye.    * Welatiyên bertek nîşanî birîna avê ya li Wanê û navçeyên wê dan, diyar kirin ku tevî birîna avê fatoreyên zêde tên.   * Danişîna Doza Kobanê dê li Eywana Kampusa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)    * EGE TUHAYDER dê kongreya xwe li avahiya HDP’a Îzmîrê li dar bixe. (10.00)   * Platforma Şaxan a KESK’a Amedê dê têkildarî çalakiya berdana kar, li Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê daxuyaniyê bide. (12.00)