Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin 2023-08-15 09:00:56   WAN - Endama Desteya Rêveber a AFJC'ê Somaîa Valîzade diyar kir ku di bin rêveberiya Talîbanê de gelek rojnamevan hatin girtin û wiha got: “Tevî hemû zextan jî li Efxanistanê rojnamevanên li ber xwe didin û ji bo azadiya çapemeniyê dixebitin hene."   Talîban, di 15’ê tebaxa 2021’an de li Kabûlê serwerî bidestxist û Efxanistan bi temamî xist bin kontrola xwe. Talîban ku piştî rêveberî xist bin kontrola xwe şerîat îlan kir, li dijî hemû komên li welat dijberî wan polîtîkaya tepisandinê xist meriyetê. Talîban ku hemû destkeftiyên jinan ên kirdeya herî berxwedêr a Efxanistanê ne ji holê rakirin, an rojnamevanên binpêkirinên mafan anîn rojevê neçarî koçê kirin an jî girtin. Li gorî daneyên Navenda Rojnamevanên Efxanistanê (AFJC), di navbera 3’yê gulana 2022’yan û 2’yê gulana 2023’yan li dijî rojnamevanên li Efxanistanê herî kêm 213 binpêkirinên tundî, gef û binçavkirinê qewimîn. Dîsa li gorî daneyan rojnamevanek hate girtin, 21 rojnamevan di dema şopandina nûçeyan de birîndar bûn û 70 rojnamevan hatin girtin. Li gorî daneyên AFJC’ê di hefteya dawî de 5 rojnamevan hatin girtin.    Endama Lijneya Rêveber a Navenda Rojnamevanên Efxanistanê (AFJC) rojnamevan Somaîa Valîzade zordariya li ser rojnamegerên di bin destê Talîbanê de û serpêhatiyên wan vegotin.    Valîzadeh, da zanîn ku ji ber zextan neçar maye ji Efxanistanê derkeve û wiha got: “Piştî hilweşîna Komarê û derketina hêzên leşkerî yên biyanî, rojnamevan û azadiya ramanê ya li Efganistanê ji aliyê Talîbanê ve hat tepisandin û rojnamevan êdî xwe li Efganîstanê ewle nedîtin. Zêdeyî ji sedî 80’yê rojnamevanan koçber bûn. Medya efxan ketiye bin kontrol û yekdestiya Talîbanê.”   SANSUR Û PÊŞEROJA TARΠ   Valîzadeh, anî ziman ku li dijî rojnamevanan sansureke giran heye û wiha berdewam kir: “Ji sedî 60’ê medyayê ji ber ewlehiyê û pirsgirêkên aboriyê weşanên xwe sekinandin û ji sedî 30’ê weşanan jî li ber rawestandinê ne. Li Îran, Pakîstan, Tirkiye û Tacîkistanê gelek rojnamevan bi pirsgirêkên aboriyê re rûbirû ne û her wiha nikarin destûra rûniştinê bistînin û ev jî fikarên wan zêdetir dike. Krîza siyasî û aboriyê ya li Efxanistanê, pêşeroja rojnamevanan tarî kir.”   BANDORA LI SER ROJNAMEVANÊN JIN    Valîzadeh, anî ziman ku hema bêje Talîban hemû destkeftiyên jinan ji holê rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojnamevanên jin ji krîza siyasî ya li Efxanistanê bêtir bi bandor dibin. Li Civaka Medyaya Efxanistanê û li hin bajaran nahêlin tu rojnamevanên jin di medyayê de bixebitin. Talîban di ragihandinên xwe yên tîcarî de di mijara ku dengên jinan di medyayê de neyê bihîstin hişyar kir. Talîban a hewl dide jinan ji medyayê dûr bixe ji bo bala civaka navnetewî bikişînin li Kabûl û Bozor Shahr xebitînan jinan a di studyoyan de asteng nekirin.”   DI NAVA HEFTEYEKÊ DE 5 GIRTIN    Valîzade diyar kir ku hefteya bihurî li eyaletên Paktîa, Nangarhar û Gaznî yên Efxanistanê 5 rojnamevan hatine girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Talîbanê 5 rojnamevan girtin û li gorî îstatîstîkên piştrastkirî niha 9 rojnamevan li girtîgehên Talîbanê girtî ne. Talîban hewl dide zêdetir agahiyan sansur bike û ji rexnekirinê re ne vekirî ye. Min ji roja Talîban hatiye desthilatê û vir ve raporên lêkolînê amade dikirin, niha nikarim lêkolînan li Efxanistanê bikim. Ji ber ku garantiya ewlehî û qanûnî ya karê medyayê di bin desthilata rejîma Talîbanê de nîne. Kêmasiya ewlehiyê, kêmasiya garantiyên qanûnî, pirsgirêkên aborî, zextên Talîbanê yên li ser medyayê bo sansurkirina agahiyan û negihiştina agahiyan raporên lêkolînê yên li Efxanistanê rawestandin. Xebatên lêkolîn û belgekirinê yên derveyî Efxanistanê bi gelek zehmetiyan didomînim.”   ‘ROJNAMEVANÊN LI BER XWE DIDIN HENE’    Valîzadeh, destnîşan kir ku tevî hemû zext û girtinan rojnamevanên li Efxanistanê li ber xwe didin hene û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hin medya û rojnamevan tevî pirsgirêkên ewlehî û aboriyê û gelek zehmetiyan jî ji bo parastina azadiya ramanê û xebatên medyayê xebatên xwe didomînin. Ji ber ku azadiya îfadeyê û zêdebûna hejmara medyaya azad dê yek ji mezintirîn destkeftiyên demokrasiyê be. Em ji civaka navnetewî dixwazin ku krîza heyî ya Efxanistanê rawestînin û ji bo pergala Talîbanê biçewisînin di rastiyê de bergiriyên pratîk bigirin, ji ber ku dê ev krîz ji bilî gelê Efxanistanê gefê li cîhanê jî bike û dê bîrdoziya wê ya li Efxanistanê jî Talîban jî dê mezintir bibe.”   MA / Bêrîvan Kûtlû