Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa 2023-08-15 09:01:34   AMED - Li hin taxên girêdayî navçeya Sûr a Amedê çopên nayên komkirin û avahiyên terkkirî xetere ne, li cihên ku pêşkeşî sermayeyê hatine kirin jî tabloyeke berevajî heye.      Hin tax û kolanên navçeya Sûrê ya dîrokî ya Amedê ku ji aliyê şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ye ve tên paşguhkirin. Li bajêrê ku germahiya hewayê di ser normalên demsalî re ye, çopên ku ji kolanan nayên berhevkirin bêhnên xirab belav dike û dibe sedema zêdebûna mêş û moran. Her wiha hejmara kêm a konteynirên çopê rê li ber belavbûna çopê li kolanan vedike.      Zarokên ku li kolanên Darı, Azîzoglû, Telgrafxane û Yalibahçeyê yên girêdayî Taxa Îskenderpaşayê ku bermahiyên malan li derdorê belav dibin û li hin cihan cesedên heywanan hene dilîzin, bi bakterî û vîrûsên ku dikarin ji van deran belav bibin re bi gefa nexweşiyê re rû bi rû ne.      Heman tablo li Taxa Melîkahmet ku avahiyên terkkirî yên îhtîmaleke mezin bi hejîneke gengaz re hilweşin jî tê dîtin. Niştecihên Kolana Kesmelî û Kolana Balikliyê ku nîqaşa hilweşandinê ya bi biryara “îstîmlaqkirina bilez” lê berdewam dike, ji bêhna nexweş a ji çopan belav dibe û mêş û morban bi gazin in.      Li aliyê din, li taxên ku di dema qedexeya derketina derve de di sala 2015’an de hatin ragihandin, rewşeke berevajiyê vê heye. Li taxên Hasirli û Fatîhpaşayê, ku gel rastî koçberiyeke mezin hat û piştî hilweşandinê pêşkeşî sermayedaran hatin kirin, nêzîkatiyeke bifikar a şaredariyê ya li "tûrîzmê" balê dikişîne. Malên ku ne li gorî vehûna navçeyê ne û kolanên dikanên luks lê ne para xwe ji budçeya paqijiyê ya şaredariyê digirin.      Pêkanînên ku welatiyên li taxên Hasirli û Fatîhpaşa yên bi qasî kîlometreyek û nîv dûrî hev in û taxên din ên navçeyê tên jiyîn cihêkariyê radixînin berçavan.    MA / Welat Ekîn