Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên 2023-08-15 09:04:24   WAN - Welatiyên bertek nîşanî birîna avê ya li Wanê û navçeyên wê dan, diyar kirin ku tevî birîna avê fatûreyên zêde tên.    Ji ber birîna avê ya li navend û navçeyên Wanê, mexdûriyeta welatî û esnafan dewam dike. Bi mehane avê nadin gelek herêman û li hin taxan jî rojê tenê saetek, du saetan av tê dayîn. Gilî û serlêdanên welatiyan ên têkildarî mijarê jî bê bersiv dimînin. Îdareya Qenalîzasyonê û Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê (VASKÎ) ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, îdiakir ku ji ber welatî baxçeyên xwe bi ava vexwarinê av didin av tên birîn.    JI BER BIRÎNA AVÊ KARGEHA XWE DIGIRE   Dikandar Fûrkan Tûran ê têkildarî birîna avê ya bi heman axivî, wiha got: “Ji xwe kar kêm e, nêzîkî du meh in avên me hatine birîn, li jêrzemîna me depoyeke me ya avê heye, em bi wê hewl didin îdare bikin. Me heta niha xizmeteke şaredariyê nedîtiye. Kolan di nava qirêjiyê de ne, paqijî nayê kirin. Ji ber birîna avê ez ê hefteyekê dikana xwe bigirim, tiştekî ku ez bikim nîne. Kar jî kêm e, nikarim heqê kirêya xwe jî qezenc bikim, em ê perîşan bibin.”   ‘AV NEHERIKIN JÎ FATÛRE GELEK ZÊDE TÊN’    Mûsa Çelîk ê qala pirsgirêkên ji ber birîna avê dijîn kir jî wiha got: “Walî bi xwe rehet e, tu pirsgirêka wî nîne, gel nafikire. Di vê demsala havînê de av çawa tên birîn? Hijyen namîne, her der di nava qirêjiyê de dimîne. Av biherike jî neherike jî fatûre gelek zêde tên, hemû pereyan didizin, li bajêr rast û dirûst av naherike.”   ‘SEDEMÊ VAN PIRSGIRÊKAN QEYÛM E’    Huseyîn Akdag ku xwediyê loqenteyê ye qala zehmetiyên ji ber birîna avê ya bi mehane dijî kir û wiha got: “Av şaristanî ye, li cihê ku av lê nebe paqijî jî nabe. 4 meh in av ji saet 09.00’an heta saet 00.00’an tê birîn. Sedemê van pirsgirêkan qeyûm e, welatî ditirsin ku giliyên xwe bînin ziman. Ez weke welatiyekî ji vê pergala sosret bi gazin im. Qeyûm tenê rêyên bingehîn dixemilîne û weke her tişt xweş e nîşan dide. Ji ber deynê welatiyan heye, welatiyan dide îcrayê. Kesên ku 100 lîre deynê wan heye weke 300 lîre nîşan didin, bi sedan mirov ji ber saziya bi navê VASKÎ mexdûr in. Ev rewş ne xema qeyûmî ye, ji ber ji aliyê gel ve nehatiye hilbijartin ne di xema wî de ye.”