Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin 2023-08-15 09:47:40     COLEMÊRG - Di encama serdegirtinên malan ên li Colemêrg û navçeyên wê de Dayikên Aştiyê jî di nav de nêzî 30 kes hatin binçavkirin.  Îro di danê sibehê de li navenda Colemêrgê û navçeyên wê yên Gever, Şemzînan û Çelê bi ser gelek malan de hate girtin. Dayikên Aştiyê jî di nav de, herî kêm 30 kes di serdegirtinan de hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Welatiyên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê.    Navên kesên li naveanda Colemêrgê hatine binçavkirin wiha ne; Faysal Açar, Saadettîn Degîrmencî, Basra Gor, Mehmet Saît Kaya. Kesên li Geverê hatine binçavkirin; Ayhan Dayan, Sûriye Bor, Emîne Ozdel, Fatma Bulut, Hasret Agralî, Hasfet Fendîk, Hamaîl Vural, Hunaf Safalî, Mahsuna Akin, Munîre Bayram, Sabriye Urek, Seher Karagoz, Suheyla Saygi, Zahferan Çagala, Zeynep Tokçu.  Kesên li Çelê hatine binçavkirin; Îsmail Ertunç. Kesên li Şemzînanê hatine binçavkirin; Halîme Yilmaz û Senîa Geylan.