PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin 2023-08-15 10:19:21   WAN - PWA’yê da zanîn ku piştî rêveberiya Efxanistanê ketî destê Talîban, binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha got: “NY, civaka navneteweyî û welatên polîtîkayeke femînîst dimeşînin divê êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin. Divê piştgiriyê bidin jinan û hêzên demokratîk.”    Jinên Protestovan ên Efxanistanê (Protesting Women of Afghanistan) bi boneya sala duyemîn a desteserkirina îktîdarê li Efxanistanê ji hêla Talîbanê ve, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY), di sala 2020’an de hejmara xizanên li Efxanistanê 19 milyon kes bû û di sala 2022’yan de ev hejmar derketiye 34 milyon kesan. Bi domdarî wiha hate gotin: “Mafên bingehîn û azadiyên gel, zayenda civakî û qadên civakî û çandî tên tunekirin. Li welêt derdorên herî zêde neparastî û tên tepisandin jî jin in. Bi awayekî sîstematîk ji hemû têkiliyên civakî tên dûrxistin. Li gel hinek raporên saziyên navneteweyî, gelek raporên herêmî jî balê dikişînin ser krîza binpêkirinên mafên mirovan.”    Bi domdarî hat destnîşankirin ku jin rastî tundî û cihêkariyeke mezin tên û hinek binpêkirinên li welêt wiha hatin rêzkirin:    “* Binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê û mafê avakirina komeleyên aştiyane.    * Binpêkirina mafên civakî-aborî û xerakirina edaleta aborî.    * Koçberkirina bi darê zorê.    * Desteserkirina avahî û axa komên etnîkî yên li bakurê Efxanistanê.”    ‘ÊDÎ HEVKARIYÊ PÊ RE NEKIN’   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewletên navneteweyî polîtîka û sepanên Talîbanê jinedîtî ve tên û wiha bi dawî bû: “Li gorî me guftûgo û angajmana bi komeke terorîst re, weke fîdyeya terorîzmê ye û dê krîza heyî derxîne lûtkeyê. Li gorî me ev karesata heyî dê tenê bi Efxanistanê re bisînor nemîne û di dawiya dawî de hemû cîhanê ber bi terorîzmê ve bibe. Lewma divê NY, civaka navneteweyî û welatên polîtîkaya femînîst dimeşînin hewceya piştgiriyê nedin Talîbanê û pê re hevkariyê nekin. Hewceye piştgiriyê bidin jinan û hêzên demokratîk.”