Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin 2023-08-15 10:27:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Îro di danê sibehê de polîsan li Mêrdîn, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Li Ceyhanê duh 10 kes hatibûn binçavkiriyan û ji wan 4 zarok hatin berdan.    Polîsan îro di danê sibehê de bi awayekî hemwext li Edeneyê bi ser gelek malan de girtin. Hat diyarkirin ku di encama serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirinê nehat zanîn û kesên hatine binçavkirin jî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê hatin kirin.   4 ZAROK HATIN BERDAN    Di heman demê de Serdozgeriya Komarê ya Ceyhanê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn dabû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de duh bi şev 4 jê zarok bi giştî 10 kes hatibûn binçavkirin. Her 10 binçavkirî sewqî dozgeriyê hatin kirin. Her 4 zarok piştî îfadeyê li dozgeriyê hatin berdan. Karûbarê îfadegirtinê yê 6 kesên din ên li emniyetê didomin.     BINÇAVKIRINÊN LI ÎZMÎRÊ   Li Îzmîrê jî di danê sibehê de bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Gokhan Kizil, Reyhan Çomak, Mîkaîl Kalin, Hamdullah Seyhan, Ayşe Ozturk, Savaş Ozer, Berfîn Ozer, Felemez Yildirim, Azîz Yildirim, Îhsan Bakir, Sîbel Aydemîr û Cahît Dogan hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirinê nehat zanîn û bi hinceta biryara nepeniyê, tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin. Binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê hatin kirin.    LI MÊRSÎNÊ 7 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Li Mêrsînê jî bi ser malan de hate girtin û 7 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan de Şahîn Ertem (18) û Dîlan Ûmît jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê.    LI MÊRDÎNÊ 19 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Îro di danê sibehê de polîsan li navçeyên Artuklu, Qoser, Dêrik û Nisêbînê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de xizma girtiyan Methiye Oral (74) jî di nav de 19 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Oral û kesên din ên navên wan nehatin zanîn, bi îdiaya ku ji girtîgehê re pere şandine hatine binçavkirin.    Binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê hatin kirin.