Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn 2023-08-15 11:52:52   COLEMÊRG - Hevdîtina parêzeran a welatiyên di serdagirtinên malan ên navçeyên Gever, Şemzînan, Çelê û navenda Colemêrgê de hatine binçavkirin, hate qedexekirin.    Îro di danê sibehê de li navenda Colemêrgê û navçeyên wê yên Gever, Şemzînan û Çelê bi ser gelek malan de hate girtin. Dayikên Aştiyê jî di nav de, herî kêm 30 kes di serdegirtinan de hatin binçavkirin. Hat zanîn ku welatî bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatine binçavkirin, der barê dosyayê de biryara "nepeniyê" hate dayîn û hevdîtina binçavkiriyan a bi parêzeran re hate qedexekirin.     Navên kesên li naveanda Colemêrgê hatine binçavkirin wiha ne; Faysal Açar, Saadettîn Degîrmencî, Basra Gor, Mehmet Saît Kaya. Kesên li Geverê hatine binçavkirin; Ayhan Dayan, Sûriye Bor, Emîne Ozdel, Fatma Bulut, Hasret Agralî, Hasfet Fendîk, Hamaîl Vural, Hunaf Safalî, Mahsuna Akin, Munîre Bayram, Sabriye Urek, Seher Karagoz, Suheyla Saygi, Zahferan Çagala, Zeynep Tokçu.  Kesên li Çelê hatine binçavkirin; Îsmail Ertunç. Kesên li Şemzînanê hatine binçavkirin; Halîme Yilmaz û Senîa Geylan.