Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê 2023-08-15 16:31:15   ENQERE - Malbata Şenyaşar ber bi Wezareta Dadê ve meşiya û xwest bi wezîr re hevdîtinê bike. Lê malbat bêyî ku sedemek were destnîşankirin hate astengkirin.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatê, nobeta xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobet îro di roja 22’yemîn de berdewam kir.    Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bi kursiya biteker hatibû cihê çalakiyê. Ferît Şenyaşar û endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê jî bi dovîza bi nivîsa “Edalet” ji deriyê Meclisê yê Dîkmenê heta pêşiya Wezareta Dadê meşiyan. Malbata ku her roj bi hincetên weke “wezîr tune ye” û “wezîr di civînê de ye” nedihiştin bikeve avahiya wezaretê, îro bêyî ku sedemek were nîşandan hate astengkirin.    HEWL DAN DOVÎZA ‘EDALETÊ’ JÊ BISTÎNIN   Polîsên hatin pêşiya Wezareta Dadê, hewl dan dovîza bi nivîsa “Edalet” a di destê Emîne Şenyaşar de jê bistînin. Parlamenter Ferît Şenyaşar kete dewrê û nehişt dovîz were wergirtin.