Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne 2023-08-15 17:18:04   RIHA - Welatiyên li Rihayê di civînên gel de diyar kirin ku ji bo tecrîda li Îmraliyê bê rakirin divê herkes tişta dikeve berê wan bike û wiha gotin: “Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne.”   Li Rihayê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Em tecrîdê dişikînin, ber bi azadiyê ve dimeşin” civîna gel lidarxistin. Di civîna ku li avahiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya berê hate kirin de ji bilî nûnerên partiyên siyasî, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek welatî amade bûn.    Di civîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de Hevserokê DBP’a Rihayê Vahît Akgun axivî û bal kişand ser têkoşîna ku Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û atmosfera siyasî ya salên 1970. Akgun, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di hawirdoreke ku nasnameya kurd hate înkarkirin de têkoşîna azadiyê derket holê. Bi ciwantî destpê kir û belavî hemû civakê bû.”   29 MEH IN AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN     Akgun, bi bîr xist ku 29 meh in ji Abdullah Ocalan tu agahî nayên wergirtin û wiha got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîda li Îmraliyê tê sepandin li hemû gelên Rojhilata Navîn tê sepandin. Hêzên kapîtalîst ne ji aliyê çareseriyê ne, heke birêz Ocalan gotibû ‘dikarim di hefteyekê de çareser bikim’. Ji ber ku paradîgmaya birêz Ocalan pêşengtiya wê dike ji bo hêzên hegemon weke gefekê dewam dike, tecrîd tê kûrkirin.”     ‘JI GELAN RE BÛ HÊVÎ’    Welatiyên ku pişt re tev li civînê bûn, destnîşan kirin ku ji bo tecrîd demildest bê rakirin divê herkes tişta ku bikeve berê wan bike. Welatiyan bal kişand ku bi rakirina tecrîdê dê civak dest bi standina bêhnê bike û destnîşan kirin ku di serî de pirsgirêka aboriyê bingehê hemû pirsgirêkên li welat tên jiyîn tecrîd e. Welatiyan bi bîr xist ku bi ser çalakiya çekdarî ya PKK’ê ya ewil a di 15’ê Tebaxa 1984’an re 39 sal derbas bûn û anîn ziman ku paradîgmaya Abdullah Ocalan ji hemû gelan re bû hêvî.    Civîn, bi pêşniyarên ji bo rakirina tecrîdê hatin kirin û nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîna Abdullah Ocalan bi dawî bû.