3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin 2023-08-15 19:43:27   BEDLÎS - Mûstafa Tedbîrlî, Kerem Arvas û Garîp Îpek ên li gundê Peyîndasê bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin, Serkan Îpek, Necîep Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Velî Çelîk û Hîkmet Tedbîrlî jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Di 10'ê tebaxê de li gundê Peyindas ê Tetwan a Bedlîsê pevçûn derket û piştre jî operasyon hate destpêkirin. Piştî operasyonê leşkeran bi ser malên gund de girtin û 8 gundî binçav kirin. 8 gundî 5 rojan di qereqolên leşkerî de hatin ragirtin. Gundiyên bi navên Serkan Îpek, Kerem Arvas, Heybet Çelîk, Velî Çelîk, Mûstafa Tedbîrlî, Necîp Tedbîrlî, Garîp Îpek û Hîkmet Tedbîrlî yên piştî kirariyên îfadeyan sewqî dozgeriyê hatin kirin, piştî îfadeya dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    3 GUNDÎ HATIN GIRTIN    Mûstafa Tedbîrlî, Garîp Îpek ê şivantiya gund dike û Kerem Arvas ê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û Serkan Îpek, Necîep Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Velî Çelîk û Hîkmet Tedbîrlî jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.