Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin 2023-08-15 19:50:01   KOCAELÎ - Li navçeya Gebzeyê di serdegirtinên malan ên serê sibê de 4 HDP’î hatin binçavkirin.    Di serdegirtinên malan ên serê sibê yên li navçeya Gebze ya Kocaeliyê de endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feryat Seven, Şervan Başdemîr, Mûstafa Taşdemîr û kesê bi navê Zekî hatin binçavkirin. Endamên HDP’ê yên sedemê binçavkirina wan nehate zanîn li Qereqola Cendermeyan a Mollafenarî, her 3 kesên din jî li Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê tên sekinandin.    Tê payîn ku kesên hatine binçavkirin dê derxînin edliyeyê.