ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-16 09:00:01   * Endamê damezrîner ê ÎHD’ê û TÎHV’ê Mehmet Vûral ku têkildarî yekitiya netewî ya kurd nirxandin kirin wiha got: “Divê kurd di navbera xwe de ne şerekî birakujiyê hiqûqeke xwişk û biratiyê bi rê ve bibin.”   * Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ku yek ji kevirên bingehîn ên kevneşopiya Çapemeniya Azad e û herî dawî ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hat girtin Zana Kaya anî ziman ku ew ê kevneşopiya ku weke “têkoşîneke heqîqetê” bi nav dikin, bidomînin.   * Rojnamevan Fehîm Taştekîn, diyar kir ku Serokê Dewletê yê Sûriyeyê Beşar Esad bi gotina hevdîtina bi şert a bi Tirkiyeyê re peyamekê hem dide Erdogan hem jî dide Pûtîn û anî ziman ku hevdîtina gengaz dê “senaryo” be.   * Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş a têkildarî birîna daran a li herêma Bestayê û şewatên daristanan axivî, wiha got: “Dixwazin herêmê bêmirov bihêlin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê li pêşiya Wezareta Dadê bidome.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00   * Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar dê tev li bîranînên Haci Bektaş-i Velî bibe. (11.00-13.00) ZINDΠ   * Kedkarên cemaweriyê yên ku daxwazên wan li ser maseya TÎS’ê nehatine qebûlkirin, li ser banga KESK’ê dê îro ji bo rojekê dev ji kar berdin. (11.00-17.00)   * Komîsyona Penaberan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê dê têkildarî êrişên li dijî penaberan li avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (11.00)