Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir 2023-08-16 10:00:51   AMED - Li gundê Qerhêta yê navçeya Çinarê ev 6 roj in ceyran nîne. Keyayê gund Necat Ertem bertek nîşanî vê rewşê da û îstîfa kir. Şêniyên gund jî xwestin cezayên wan ên bi awayekî neheq û derhiqûqî hatine nivîsandin bên jêbirin.    Li gundê Qerhêta yê Çinar a Amedê derdora 140 mal hene û Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) di 11’ê tebaxê de bi hinceta “deynên sondajê” ceyrana gundiyan birî. Nêzî 20 malbatên gund ji ber sedemên aborî nekarîn deynê xwe bidin û ji ber vê yekê ceyrana tevahiya gund hate birîn û gundî bêav hatine hiştin. Şêniyên gund debara xwe bi sewalkariyê dikin û sewalên wan jî hêdî hêdî dimirin.    KEYAYÊ GUND ÎSTÎFA KIR: DEWLET PIŞTA DEDAŞ’Ê DIGIRE    Keyayê gund Necat Ertem bertek nîşanî rewşa heyî da û îstîfa kir. Ertem, duh çû Qeymeqamtiya Çinarê û daxwaznameya xwe ya îstîfayê radest kir. Di daxwaznameyê de jî Ertem wiha got: “Li taxa me nêzî 800 kes dijîn. Li gundê me nêzî 20 bîrên sondajê hene. Çendek xwediyên bîrên sondajê nekarîn deynê xwe yê ji bo DEDAŞ’ê bidin lewma di navbera wan û DEDAŞ’ê de pirsgirêk heye. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, me gelek hewl da lê ji ber ku hinek saziyên dewletê pişta Saziya DEDAŞ’ê digirin, bi tu awayî xwe nade ber çareseriyê û her tim pirsgirêkan diafirîne. Li taxa me gelek nexweşên diyalîzê hene û girêdayî makîneyê ne. Ji ber ku ceyrana me hatiye birîn, jiyana van nexweşxan ketiye talûkeyê. Lê tevî vê jî tu saziyên dewletê berpirsyarî li xwe negirt. Her tim pişta Saziya DEDAŞ’ê girtin û ji bo çareserkirina vê mexdûriyeta şêniyên gund tu gavek neavêtin... Ceyrana gundê me bi awayekî bêusûl hate birîn û şêniyên gundê me bêav man. Min nekarî berpirsyartiyên xwe yên li hemberî şêniyên gund pêk bînim lewma tu wateyeke min a rûniştina li vê meqamê nîne.”    ‘QEYMEQAM 8 TRÎLYON XWEST’   Ertem ku 4 sal in keyayê gundê Qerhêtayê ye, têkildarî mijarê wiha got: “Fatûreyên hinek malbatên deyndar heke 50 milyon be, weke trîlyonek hatiye nivîsandin. Hêza tu kesekî nîne wî deynî bide. Ez çûm cem qeymeqamî. Qeymeqam ji min re got; ‘hûn dê çiqas ji vî deynî bidin me.’ Min jî jê re got zeviyên me, sewalên me hene û dê çekeke bi 2 trilyon û 300 bin TL binivîsim û deynê me bigirin. Nexwe dê hemû telef bibin. Me kir û nekir pê razî nebûn. Ji min re got; ‘8 trîlyon pere bînin wê demê em ê ceyrana we bidin.’ Wijdana me ev yek ranegirt. Lewma min ji keyatiyê îstîfa kir.”    Şêniyên gundê Qerhêtayê ku ev 6 roj in bêceyran û bêav in jî qala mexdûriyeta xwe kirin û xwestin ku ceyrana wan dîsa were dayîn.    ‘DEWLET PIŞTA SAZIYEKÊ DIGIRE’    Ji şêniyan Magrûf Kanat got ku rûxseta sondajên wan heye û ev tişt anî ziman: “Fatûreya min 600 hezar TL bû. Ji ewil 8 trîlyon û 600 hezar TL ceza nivîsandin. Salek piştre jî 2 caran ceza nivîsandin. Min jî ew dan mehkemeyê. Min jê re got ku neheqî li min hatiye kirin lê mehkeme 7-8 mehan dirêj dikin. Me hewl da duh bi DEDAŞ’ê re lihev bikin. Îro 4 trîlyon deynê din nivîsandine. Bi giştî 14 trîlyon û 200 hezar TL deynê min heye. Ev bû 6 roj jî tevahiya gund bêav û bêceyran hiştine. Şêniyên gund debara xwe bi sewalkariyê dikin û ev sewal ji ber nebûna avê telef bûne. Ev bû 6 roj kesekî nekariya serê xwe bişo. Nikarin cilên xwe bişon. Dewlet niha pişta saziyekê digire. Ew sazî veguherandine rêxistineke terorê û şandine nava gel. Em dixwazin ev cezayên me yên bi awayekî neheq û derhiqûqî hatine nivîsandin bên jêbirin.”    ‘DEWLET HATIYE GUND CEYRANA ME BIRIYE Û ÇÛYE’   Li gundê navborî mexdûrên herî mezin jî jin in. Meryem Ertem got ku xwesûya wê cîhazê hilimijînê bi kar tîne û piştî birîna ceyranê jî gelek zehmetiyê dikişînin. Ertem, diyar kir ku xwesûya wê pîr e, gelek nexweşiyên wê hene û tu tiştek ji destê wan jî nayê.    Têkildarî mijarê welatiya bi navê Ayşe Kanat jî destnîşan kir ku ceyrana wan hatiye birîn, di sarincên wan de tiştek nîne, ava xwe ji gundê jor anîne û cilên xwe bi destê xwe şûştine. Şîrîn Kanat jî bi lêv kir ku ew terkî mirinê hatine kirin û wiha bertek nîşan da: “Ceyran nîne, şarj nîne, peywendîdanîn nîne û em di bin mercên giran de dijîn. Jiyana me veguherandin dojehê.”    ‘ZAROKÊ MIN GIRÊDAYÎ TUPÊ OKSÎJENÊ YE’   Welatiyên ku tu deynê wan bo DEDAŞ’ê nîne jî hatine mexdûrkirin. Yek ji van jî Ahmet Kanat e. Kanat, dibêje ku aboneya wî heye û yek qirûş deynê wî nîne. Kanat, wiha didomîne: “140 malbat ji ber 20 sondajan hatine mexdûrkirin. Heqê wan nîne ku vê bikin. Em ê ji vir biçin. Heke ceyran nebe, av nebe ma ez ê li vir çi bikim? Kurekî min astengdar e û girêdayî tupê oksîjenê dijî. Em debara xwe jî bi sewalkariyê dikin. Li DÎSKÎ’yê geriyam û min av xwest. Ava bo me anîn bêhn jê tê. Sewal dikarin vexwin lê em nikarin vexwin.”    Ji welatiyan Nezîr Kanat jî diyar kir ku ji roja ava wan hatiye birîn heta niha 5 sewalên wî telef bûne û wiha derbirî: “150 sewalên me hene. Em nikarin her roj ava xwe ji gundên din bînin. Jixwe ewqas derfetên me nînin ku ji bo 140 kesan avê bînin.”    ‘DEDAŞ Û DEWLET BÛNE HEVALÊN HEV’   Sabîha Kanat jî got ku walî, qeymeqam û DEDAŞ hevdû diparêzin û da zanîn ku kurê ji ber ku bertek nîşanî birîna ceyranê daye, hatiye derbkirin. Kanat, axaftina xwe wiha qedand: “DEDAŞ û dewlet bûne hevalên hev û em perîşan kirine. Zarokên me li dijî birîna ceyranê derketin. Li wan ha xistin, lama wî şikandin. Laşê kurê min reş û şîn bûye. Duh 13 stûn jê kirin û birin. Madem me weke hemwelatiyên xwe nabînin, nexwe bila me bibin cihekî din.”    MA/ Rewşan Saglam